‘Kesên Efrînê dagirkirine nikarin wê ava bikin‘

Endamên Partiya Yekîtiya Suryan nerazîbûn nîşanî destdirêjiya li ser dêra Raî Salih a bajarê Efrînê ku ji aliyê çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatî dan û gotin, "Yên dagirkirine nikarin ava bikin."

‘Kesên Efrînê dagirkirine nikarin wê ava bikin‘
2 hezîran, 2018   07:07

NÛRÎ UME / QAMIŞLO

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker çend roj berê Dêra Raî Salih a bajarê Efrînê veguherandin depoyên ji bo diziyê. Derbarê vê yekê endamên Partiya Yekîtiya Suryan nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersum anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê û girûpên çete yên girêdayî wê, heman fikirê DAIŞ û El-Nusra hilgirtine û got, van komanan şêniyên Efrînê koçber kirin û dest avêtin dêra tekane ya  xiristiyan a li bajar û kirin depoyên ji bo tiştên ku dizîne tê de veşêrin.

Senherîb Bersum di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk  a dagirker di êrîşên xwe yên bi armanca dagirkirina Efrînê de, komînê çete yên fikirê DAIŞ‘ê hilgirtine xistin dorê, di encamê de, mezar û deverên pîroz ên Êzidiyan hilweşandin û got, " Ev komam bawerî û olên din qebûl nakin. Bi van komanan welat ava nabe."

Rêveberê Partiya Yekîtiya Suryan Ebdulehed Gewriyê jî da zanîn ku ji ber siyastên gemar ên dagirkeriya Tirkiyê binsaziya herêmê hate hilweşandin û got, "Ev yek encamên îtîfaqên di navbera Rûsiya û Tirkiyê de, dagirkirina Efrîn ji aliyê Tikriyê ve li beramberî herêmên din."

Gewriya, her wiha bang li hêzên niştimanî yên Sûriyê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

Berpirsa Yekîtiya Jinên Suryan a bajarê Hesekê Sîham Qeryo destdirêjiya li ser Dêra Raî Salih şermezar kir û wiha domand, "Efrîn herêma herî bi ewle li Sûriyê bû. Tirkiyê bi armanca îmhakirina şarestaniya qedîm a Sûriyê deverên dîrokî û pîrozgeh wêrankirin.

Sîham Qeryo, tekez kir ku hilevkirinên Astana yên di navbera Rûsiya û Tirkiyê armanca jê guhertina demografiya herêmê ye, koçberkirina niştecihên resen û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan.

(bb)

ANHA