Lîstokgeha Reqayê ji nû ve hate vekirin

Bi nêzîkbûna Meha Remezanê re û bi armanca kêfxweşkirina zarokên Reqayê, xebatên ji nû ve vekirina lîstokgeha bajêr dest pê kir.

Lîstokgeha Reqayê ji nû ve hate vekirin
Lîstokgeha Reqayê ji nû ve hate vekirin
Lîstokgeha Reqayê ji nû ve hate vekirin
Lîstokgeha Reqayê ji nû ve hate vekirin
Lîstokgeha Reqayê ji nû ve hate vekirin
1 hezîran, 2018   06:31

Çeteyên DAIŞ'ê beriya 4 salan kêfxweşiya zarok û şêniyên Reqayê bi talankirina lîstokgeha bajêr dizî bûn.

BASIL EL-EBDULAH / REQA

Lîstokgeha Reqayê di dema DAIŞ'ê de rastî dizî û talankirinê hatibû, lewra zarok ji lîstok, şadiyê û perwerdê bê par ma bûn. Armanca DAIŞ'ê ew bû ku zarokan tevlî xwe bikin di bin navê (Nêviyê El-Xîlafetê) de wan perwerde bikin.

Piştî rizgarkirina Reqa bi armanca geşkirina jiyana welatiyan şaredariya gel bi hevkariyê  bi Komîteya Hawirdor û parkan re xebatên ji nû ve vekirina lîstokgeha bajêr destpêkirin.

Di derbarê vê mijarê de endezyar Mihemedxêr El-Erbeş ji ajansa me re axivî û got: "Îro piştî rizgarkirina Reqayê, ji bo zarok lîstokgehê tê vekirin. Armanca me bi vê yekê ew e ku lîstokgehê geş bibe û dilê zarokan xweş bibe.

Li Reqayê hin lîstogehên din jî hene.

(şx)

ANHA