‘Li hemberî pilanên dagirkeran divê em yekîtiyê xurt bikin‘

Sektretêrê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno bang li aliyên Kurdî kir ku li dijî komployên dagirkeriya Tirkiyê yên li hemberî gelê Kurd Kongreya Netewî ya Kurdistan li dar bixin.

‘Li hemberî pilanên dagirkeran divê em yekîtiyê xurt bikin‘
31 gulan, 2018   05:46

RÊNAS REMO – KADAR ÎBARAHÎM / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker di demê dawî de bi armanca qirkirinê êrîşên xwe yên li dijî Bakûr, Bakurê Kurdistanê, zêde kirine, di heman demê de, binpêkirinên xwe yên li Efrînê û guhertina demografiya herêmê didome.

Derbarê pilanên dewelta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd, gelê Kurd li hember van polîtîkeyan çi bikin, Sektretêrê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno ji ajansa me re axivî Keno anî ziman ku dijminên gelê Kurd wekî biratî anî cîrantî li Kurand nanere, armancên wan ew e ku berjewendiyên xwe di herêmên Kurdan de pêk bînin.

Kovan Kenom komployên ku piştî şoreşên Kurdî hatine kirin bi bîr xist û got, "Ji Şoreşa Şêx Seyîd û heta komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komplo di dagirkirina Efrînê de û heya destwerdana di Başûrê Kurdistanê didome."

Keno, her wiha bal kişand li ser fermana dawî ya li ser Êzidiyên Şengalê û wiha pê de çû, "Diviyabû partî û rêxistinên Kurdî di wê demê de yekîtiya xwe çêkiribana û Kongreya Netewî ya Kurdistanê li dar xistibana. Ji ber ku Şengal bi mezarên xwe yên ji aliyê çeteyan ve hatin rûxandin, resnebûyîna gelê Kurd diyar dike. Fermana ku li Şengalî rast hat ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatibû pîlankirin."

Kovan Keno di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê ne tenê partiyekî yan jî yek fikirî hedef digire û wiha domand, "Armanca dewleta Tirk nasnameya Kurd ji holê rake. Her kurdekî li kuderê be wekî dijminê xwe dibîne."

Sekretêrê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Kengo, di dawiya axaftina xwe de bang li partî û rêxisitnên Kurdî kirin ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û Kongeriya Netewî ya Kurdistanê li dar bixe û yek xîtabî bersiva dagirkeran bike. Kovan Keno got, "Kongreya Netewî ya Kurdistanê dê ji pilanênli dijî gelê Kurd têne kirin bibe bersiv."

(bb)

ANHA