Derbarê Efrînê name ji Guterss û Zeyd Bin Reed re şandin

Parî, rêxistin, komele û saziyên siyasî, çandî û hiqûqî yên kurd derbarê binpêkirina dewleta Tirk ên Efrîn de name ji Setreterê Giştî yê NY Antonio Guterss û Nûnerê Giştî yê Komseriya Mafê Mirovan – Cinêv Zeyd Bin Reed El-Hisên re şandin.

Derbarê Efrînê name ji Guterss û Zeyd Bin Reed re şandin
29 gulan, 2018   17:11

NAVENDA NÛÇEYAN

13 partî, rêxistin, saziyên siyasî, çandî, hiqûqî yên kurd derbarê binpêkirina dewleta Tirk ên li kantona Efrînê nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterss û Nûnerê Giştî yê Komseriya Mafê Mirovan – Cinêv Zeyd Bin Reed El-Hisên re şandin.

Nameya ku ji herdu aliyan re hate şandin de wiha ye:

Rêzdar Setreterê Giştî yê NY Antonio Guterss

Rêzdar Nûnerê Giştî yê Komseriya Mafê Mirovan – Cinêv Zeyd Bin Reed El-Hisên

Di serî de em we silav dikin û em ji we re vê nameyê dişînin bi hêvî ne ku nameya me ji aliyê ve cihekî xwe bigire.

Di vê nameyê de fikarên xwe derbarê rewşa ku li herêma Efrînê ya Sûriyê ya ku piraniya niştecihên wê kurd in fikarên xwe tînin ziman. Nexasin rewşa piştî êrîşên 20‘ê Çileya 2018‘an ku bi operasyona "Çeqla Zeytûnê" yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çekdarên girêdayî wê ve dest pê kir heta dagirkirinê.

Li bajar, bajarok û gundên Efrînê karîseteke mezin tê jiyakirin, binpêkir û sucên gemar l dijî sivîlan têne kirin

Kiryarên ku girûpên çekdar li Efrînê pêk tînin, bi fermanda û desteka dewleta Tirk a dagirker tê birêvebirin. Li Efrînê, kuştin, dizî, talankirin, revandin destdirêjî, êşkencekirin, koçberkirina sivîlan û desteserkirina milkên wan, guhertina demografî rû dide. Ev kiryar asta sûcên şer, komkujiyan jî derbasî kiriye û hemû pîvan û yasasyên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan, her çar peymanên Cinêv (1949), protokola (1977), sîstema Roma ya sereke ya dadgeha Cînayat a navdewletî (1998), peymanên Lahayî (1899 û 1907), her wiha peyama navdewletî ya parastinna kesan ji windakirina bi zorê û hemû zagonên cîhanî ya mafên mirovan binpê kirine.

Bi sedan rapor, wêne û dîmenên bi belegê ku van sucan eşekere dike di destê me de hene.

Em dixwazin bala we bikşînin ku hewldanên plankirî, rêxistinkirî bi xeter ji aliyê Tirkiyê û girûpên çekdar ên girêdayî wê têne kirin. Armancên van hewldanan ew e ku pêkhateyek an jî komeke li ser esasî netewî, pêkhateyê Kurd ji hev were xistin û demgorfiya Efrînê ya xwedî  kurdiyatî ji holê were rakirin.

Dewleta Tirk, demgorafiya herêmê dide guhertin û malbatên ereb ên ji herêmên din ên Sûriyê li şûna wan têne bicihkirin, piştî ku niştecihên wê jê warê xwe têne qewitandin û deriyê li pêşiya vegera wan hatin girtin. Li alilyekî din bi sedan sivîl hatin revandin û çaresernûsa wan heta niha ne diyar e.

Birêz Guterss:

Birêz El-Hisên:

Nameya em beşeke biçûk ji rewşa li Efrînê rû dide dide diyarkirin. Rewaş li wir  pir bi xeter e, heger wisa berdewam bike dê felaketeke mezin di pêşrojê de rû bibe, dibe ku ev karîset dirêjî sedên salan bike.

Em ji we hêvî dikin ku hûn dimildest erka xwe ya derbarê vê aloziyê de li ser van bingehan bi cih bînin.

- Tirkiyê wekî endamek saziya navdewletî agahdar bike, bila pîvanên navdewletî pêk bîne û binpêkirinên xwe û yên girûpên girêdayî wê rawestine û ji Efrîn vekişe.

- Daxwaz jiTirkiyê bike bila dimildest kesên girtî serbeset bike.

- Dawaz jiTirkiyê bike bila li gorî zagonên şer  ên derbarê mafên mirovan de ên navdewletî û bendên peyamên Cinêv nêzî girtiyan bibe.

- Daxwaz ji Tirkiyê bike, bila vegera sivîlan misoger bike.

- Daxwaz ji Tirkiyê bike guhertina demografî li Efrînê rawestina û kesên lê hatin bicihkirin werin derxistin ta şêniyên wê yên resen lê vegerin.

- Dawaz ji Tirkiyê were kirin rê li ber dezgehên çapemeniyê, rêxistinên alîkariyê û hiqûqa mafê mirovan were vekirin ku derbasî Efrînê bibin.

Saziyên NY‘ê, her wiha Dadgah Cînayat hewl bibe derbarê binpêkirinan lêpirsînê veke û sûcdarên wê werin cezakirin, her wiha tawîzên van sucan werin dayîn.

Silav û rêz

Aliyên name şandin ev in:

1- Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê

2- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

3- Partiya Demokaraîk a Pêşvero li Sûriyê

4- Partiya Biratî a Kurdistanî

5- Navenda Wekhevî ya Mafê Mirovan li sûriyê

6- Komîteya Kurdî ya Mafê Mirovan li Sûriyê

7- Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdî (DAD)

8- Komeleya Gelên di bin tehîdîd de – Şaxê Almanya

9- Saziya Êzidiyan

10- Saziya Aavakirina Zagonî Ji Bo Pêşxistina Fikira Zagonî (Binyat)

11- Komeleta Çanda Kurdî ya li Balçîka ya Hêvî

12- Navenda Lêkolînên Zagonî – Almanya

13- Desteya Yasayî ya Kurdî (PYK)

(bb)

ANHA