Hemleya avakirina komînan li taxa El-Nehda bidawî bû

Meclîsa Sivîl a Reqayê komîna herî dawî li taxa El-Nehda ya bajarê Reqayê ava kir. Bi vê yekê hejmara komînên ku hatine avakirin bû 14.

Hemleya avakirina komînan li taxa El-Nehda bidawî bû
29 gulan, 2018   13:26

REQA

Di çaçroveya hemleya avakirina komînan a ku ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve hate destpêkirin de, li taxa El-Nehda du komîn hatin avakirin. Bi vê yekê hemleya avakirina komanan li vê taxê bi dawî bû.

Li taxa El-Nehda 14 komîn hatin avakirin.

Ji bo avakirina komînên herî dawî li taxê civînek ji aliyê meclîsê ve li qadeke taxê hate lidarxistin. Hevserokê Meclîsa taxa El-Nehda Hesen Xelîl û bi dehan şêniyên taxê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Hevserokê Meclîsa taxa El-Nehda Hesen Xelîl axivî û diyar kir ku komîn yek ji stûnên avakirina civaka demokratîk e û gelê Bakurê Sûriyê wê bi îradeya xwe û di riya komînan re hemû pirsgirêkên xwe çareser bike.

Xelîl kar û xebatên komîn û komîteyên wê diyar kir û got ku pêwîste hevserokên komînê û endamên komîteyên wê erka xwe pêk bînin û li gorî berpirsiyariyê bin.

Paşê deriyê hilbijartinê hate vekirin. Heverokatiya herdû komînan hatin hilbijartin her wiha 23 endamên komîteyên Lihevanîn, xizmetguzarî, ciwan, werzîş, jin û pewerde hatin diyar kirin.

Di dawiya civînê de şêniyên taxê kêfxweşiya xwe bi avakirina komînan diyar kirin.

(bx)

ANHA