Ciwanan a MSD‘ê pîlansaziyek nû danî pêşiya xwe

Buroya Ciwanan a Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) civîna xwe ya asayî li dar xist û ji bo demên pêş plansazî danî.

Ciwanan a MSD‘ê pîlansaziyek nû danî pêşiya xwe
28 gulan, 2018   16:15

GIRÊ SPÎ

Buroya Ciwanên MSD‘ê civîna xwe ya asayî bi tevlîbûna hevserokên buroyê Yûsif El-Xelwî û Albîn Ehmed, nûnerên buroyên, Girê Spî Tebqa, Teqa, Minbic, Dêrazor û Hesekê li Buroya Ciwanan a li Eyn Îsayê li dar xist.

Di civînê de piştî nirxandina rewşa siyasî ji aliyê beşdaran ve, nûnerên hemû buroyan raporên xwe yên derbarê kar û xebatên ku dane meşandin û pîlansaziyên ji bo demê pêş xwendin. Derbarê raporan de jî nirxandin ji aliyê beşdaran ve hatin kirin.

Civîn bi dayîna planên demê pêş bi dawî bû, li gorî pîlansiyê; dê alîkarî ji bo şêniyên Efrînê re werin berhevkirin, her wiha xebatên derhênerkirina fîlmê sîname dê berdewam bike.

(şx)

ANHA