Şaredariya Cirniyê daxwazên gel pêk tîne

Şaredariya Gel a Cirniyê ya herêma Tebqayê kar û xebatên tureya Kenalizyonê ya bajarok bi dawî kir.

Şaredariya Cirniyê daxwazên gel pêk tîne
Şaredariya Cirniyê daxwazên gel pêk tîne
Şaredariya Cirniyê daxwazên gel pêk tîne
26 gulan, 2018   09:08

ESMEHAN UMER/TEBQA

Şaredariya Gel a Herêma Cirniye ya Tebqayê li ser daxwaza welatiyan destbi temîrkirina tureya kenalezyonê kir. Xetên kenalizyonê yên riya ketina bajar a rojhilat û kolana El-Celai ya li başûrê bajar di encama kombûna qirêjê hatibûn girtin. Ji ber ku ev çend salên ku çeteyan herêmê dagirkiribûn tu xebatên paqijkirinê pêk ne dihatin.

Piştî ku welatiyan giliyên xwe anîn gel şardariyê, şaredariyê bi derfetên xwe yên heyî dest bi xebatên temîrê kirin. Şaredariyê tevî kêmbûna alavan bi dawî kirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Cirniyê Hemed El-Ehmed derbarê mijarê got ku wan Bagir û sîtêrek avê kirê kirin û bi wan karê xwe dan meşandin.

Di destê şaredariya Cirniyê de tenê 2 terektor ji bo komkirina çopê nînin.

(dc)

ANHA