‘Li hemberî pîlanan parçekirinê yekîtî gerek e‘

TEV-DEM‘ê bi civînekê geşedanên dawî ji şêniyên Efrînê û yên Şehbayê re şîrove kir. Di civînê hate gotin ku dewleta Tirk li Efrînê qirkirineke çandî pêk tîne. Li hemberî pîlanên parçekirina û qirkirina çandî yekîtiya hemû pêkhateyan gerek e.

‘Li hemberî pîlanan parçekirinê yekîtî gerek e‘
‘Li hemberî pîlanan parçekirinê yekîtî gerek e‘
25 gulan, 2018   13:19

ŞEHBA

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi koordîneya Meclîsa Gundê Til Qerah a kantona Şehbayê ji bo şîrovekirina geşedanên dawî civînekek li gundê Til Qerah li dar xist.

Bi dehan şêniyên Efrînê û yên gundê Til Qerah di civînê de amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Endamê Rêveber ê TEV-DEM‘ê Hesen Koçer axivî.

Koçer di axaftina xwe de anî ziman ku rewşa Sûriyê bi ber guheretinan ve diçe. Guhertinên derdikevin pêş li gorî berjewendiyên derve ne.

Koçer her wiha bi bîr xist ku êrîşa li ser Efrînê, piştî îtrîfaqên navdewletî hatî kirin. Tirkiyê ji nakokiyên Rûsya û NATO‘yê sûd wergirt û wiha dom kir,"Li Efîrînê polîtîkeyên qirkirina çandî, parçekirin û guhertina demografî, her wiha şerê taybet berdewam e.

Hesen Koçer, bal kişand ku hikumeteke yekbûyî ji hemû pêkhateyên Sûriyê neyê avakirin, wê Sûriyê ber bi parçebûnê ve biçe û got, "Sûriya bûye qada şer, hêzên herêmî û navdewletî li ser xaka Sûriyê şerê bidestxistina berjewendiyan dike. Li hemberî planênên qirkirina çandî û parçekirinê, ji me tê xwestin rêxistina xwe ya xweser hîn bêtir xurt bikin û yekîtiya xwe bi hêztir bikin."

Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

TEV-DEM‘ê civînê xwe yê li gundên Şehbayê dê bidomîne.

(bb)

ANHA