"E-rojname" dest bi weşanê kir

Piştî ku weşandina rojnameya Welat hate rawestandin, malpera e-rojname li ser înternetê dest bi weşanê kir

"E-rojname" dest bi weşanê kir
25 gulan, 2018   11:25

 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya dîjîtal e-rojname li navnîşana "http://www.e-rojname.com" dest bi weşanê kir. E-rojname di roja destpêkê ya weşanê de bi sernavê "Kurdî sînoran nas nake" bal kişand ser zext û zordariya li ser Kurdî.

E-rojname wê bi zaravayê Kirmanckî jî nûçeyan biweşîne. Ji bo xwendin û şopandina rojnameyê, pêwîstî bi abonebûna li malperê heye. Edîtorên rojnameyê destnîşan kirin ku tevî zextên giran ên li ser Kurdî jî wê Kurdan bê rojname nehêlin û banga abonetiyê kirin.