Banga tevlîbûna meşa  26'ê Gulanê hate kirin

Komîteya Amadekar a meşa ku dê sibe li Kobanê bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk wer lidarxistin, bang li hemû welatiyênherêmê kir ku di 26'ê Gulanê (roja tekoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ji Kurdistanê) tevlî meşa wan bibin.

Banga tevlîbûna meşa  26'ê Gulanê hate kirin
Banga tevlîbûna meşa  26'ê Gulanê hate kirin
Banga tevlîbûna meşa  26'ê Gulanê hate kirin
25 gulan, 2018   08:16

KOBANÊ

Li ser banga komeke siyasetmedar û akademisyen, rewşenbîr, partiyên siyasî, komele, saziyên civaka sivîl ên Kurdistanê û Cîhanê dê sibe meşek girseyî li Kobanê were lidarxistin.  Komîteya Amadekar a Meşê bang li her kesî hate kirin ku li dijî siyasetên dagirkerî yên dewleta Tirk ku li gelek herêmên Kurdistanê pêk tîne tekoşîn bikin. He wiha bang li gelê herêmê jî hate kirin ku tevlî meşa wan ku dê sibe di vê çarçoveyê de were lidarxistin, bibin.

Endamê Komîteya Amadekar a Meşê Fethî Şevqet bang li hemû welatiyên cîhanê û Kurdistanê bi taybet kir ku xeteriya siyasetên dewleta Tirk a li ser herêmê baş bizanin û li dijî wê tekoşînê mezin bikin.

Endama Komîteya Amadekar a Meşê Rûken Eqîl jî bang li tevahî şêniyên Kobanê û jinan bi taybet kir ku tevlî meşê bibin û ji jinan xwest ku tevlî meşê bibin û hestê xwe yên li dijî dagirkeriyê bînin ziman.

Meşa Kobanê dê sibe saet di 09.30'an de li gorî dema herêmê ji Meydana Jinaên Azad a li taxa Botan a rojavayê bajar destpê bike. Meşvanan dê ji vir heta Meydana Şehîd Egîd a li rojavayê bajar bimeş in.

Tê peyîn ku sibe di çarçoveya çalakiyên roja 26'ê Gulanê de li gelek aliyên cîhanê çalakî û meşên cûda li dijî dagirkeriya Tirk werin lidarxistin.

(dc)

ANHA