Hilberîna çandiniyê ya Dêrazorê ji ber bahoza qûmê ziyan dîtiye

Cotkarên Gundê Hemmar El-Elî ya gundewarê Dêrazorê ji ber pirsgirêka bahoza qûmê ziyanên mezin bi hilberîna çandiniya wan bûye. Cotkaran bang li aliyên têkdar kir ku alîkariya wan bikin.

Hilberîna çandiniyê ya Dêrazorê ji ber bahoza qûmê ziyan dîtiye
Hilberîna çandiniyê ya Dêrazorê ji ber bahoza qûmê ziyan dîtiye
Hilberîna çandiniyê ya Dêrazorê ji ber bahoza qûmê ziyan dîtiye
Hilberîna çandiniyê ya Dêrazorê ji ber bahoza qûmê ziyan dîtiye
Hilberîna çandiniyê ya Dêrazorê ji ber bahoza qûmê ziyan dîtiye
Hilberîna çandiniyê ya Dêrazorê ji ber bahoza qûmê ziyan dîtiye
25 gulan, 2018   08:15

HEMED EL-MISTEFA / DÊRAZOR

Gundê Hemmar El-Elî a gundewarê rojhilatê Dêrazorê li ber çemê Firatê hatiye avakirin û welatiyên wê di çandiniyê û xwedîkirina sewalan de dixebitin.

Di van demên borî de piştî ku hikûmeta AKP'ê rêjeya herikîna ava çemê Firatê li ser Sûriyeyê gelekî kêm kir pirsgirêka bahoza qûmê li gelek erd û zeviyên gundewarê Dêrazorê derket holê.

Sedema duyemîn a paşveçûna çandiniyê rewşa şer e ku ti alî alîkariya karûbarên çandiniyê nakin.

Li gorî welatiyên gund dema ba radibe zeviyên wan ên çandiniyê di bin qûmê de dimînin û ev yek ziyaneke mezin bi hilberîna cotkaran a îsal dike.

Girêdayî mijarê nûçegihanê ajansa me ANHA'yê serdana hin cotkarên gund kir û wan jî pirsgirêkên xwe yên çandiniyê û êşa xwe vegotin.

Cotkarê bi navê Îbrahîm Ewad El-Sultan diyar kir ku ji ber kêmbûna rêjeya herikîna ava çemê Firatê pirsgirêka bahozên qûmê ya îsal zêde bûye û ziyaneke mezin bi çandiniya wan bûye.

El-Sultan got ku ev pirsgirêk çend sal in tê jiyankirin û salane pirsgirêk zêde dibe û ti çareserî jêre nehatiye peyda kirin û wiha got: "Em bang li aliyên têkldar û rêxistinên navnetewî dikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin û zextê li hikûmeta AKP'ê bikin da ku para Sûriyeyê ji ava çem berde."

Welatiya bi navê Efra El-Mehmûd got ku çandiniya wê ku sebze çandiye ziyaneke mezin dîtiye û wiha got: "bi hatina havînê re em sebzeyê diçînin da ku em debara xwe jê werbigirin, lê di encama kêmbûna ava avdanê û bahozên qûmê de çandiniya min hişk bû."

Efra her wiha got ku ber toz û qûmê ew nikarin xew bikin û di encamê de piraniya welatiyên gund koçber bûn û mal û milkên xwe li pey xwe hiştin.

Efra bang li aliyên têkldar kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin da ku welatî karibin ji zeviyên xwe sûd werbigirin.

ANHA