188 şervan tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn

Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreya perwedeyê ya 188 şervanên nû yên  Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku bi navê "Şehîd Eymen Ebdulrehman" hatbû destpêkirin bi merasîmekê bi dawî kir.

188 şervan tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn
188 şervan tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn
188 şervan tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn
188 şervan tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn
188 şervan tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn
24 gulan, 2018   10:42

MINBIC

Merasîma dawîkirina dewreyê bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endamê Fermandariya Melcîsa Leşkerî ya Minbicê Ezîzî Minbic axivî û dewre li hemû şervanan pîroz kir û gotr: "Hin alî dixwazin tevlîheviyê  di herêma Mibicê de derxistin û got ku şervanên wan amadene parstina herêmê bikin."

Di berdewama merasîmê de şervanên ku dewre bi dawî kirin, soz dan ku ew ê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin û parstina herêmê bikin.

Di dawiya merasîmê de xelekên govendê hatin gerandin.

 (dc)

ANHA