Li Bexdayê êrîşa xwekujî pêk hat

Li Bexdayê ji ber êrîşeke xwekujî 4 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li Bexdayê êrîşa xwekujî pêk hat
24 gulan, 2018   05:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya rayedarên ewlekariyê yên Iraqê, li parkeke li herêma eş-Şule ya li bakurê paytext Bexdayê êrîşeke xwekujî hatiye kirin.

Ji ber êrîşê 4 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin. Cenaze û birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê.