DAIŞ'iyekî Belcîkî bi darvekirinê li Îraqê hate darizandin

Dadgeha sûcdariyê ya navendî ya Îraqê DAIŞ'iyekî Belcîkî ku ji Tirkiyeyê derbasî Îraqê bûye bi darvekirinê darizand.

DAIŞ'iyekî Belcîkî bi darvekirinê li Îraqê hate darizandin
22 gulan, 2018   11:19

NAVENDA NÛÇEYAN

DAIŞ'iyê bi navê Tariq Cedhûn bi eslê xwe ji Mexribê ye û di sala 1988'an de ji dayîk bûye û di sala 2014'an de beşdarî nava rêxistina DAIŞ'ê dibe û di tîrmeha 2015'an de ji Tirkiyeyê derbasî Îraqê dibe.

Cedhûn ku di nava DAIŞ'ê de bi navê Ebû Hemze El-Belcîkî tê nasîn û li hemberî Ewropayê durindeyeke metirsîdar bû dema ku bi riya dîmenên xwe banga êrîşa li dijî Fransa dikir û paşê navê xwe bi "Ebaûdê nû" (herêma lê jidayîk bûye) guhert. Cedhûn yek ji êrîşkarên 13'ê Mijdara 2015'an ya li Fransayê ye.

Cedhûn di nava rêxistina DAIŞ'ê de beşdarî êrîşa li dijî Kobanê bû. Her wiha di êrîşên li Tekrît, Neynewa, Remadî yên Îraqê cihê xwe digirt. Her wiha bêtirî 60 zarokan (Eşbal El-Xîlafê) perwerde kirin.

Cedhûn piştî ku li pêşiya dadgehê li xwe mukur hat, dadgehê li gorî benda çaremîn a qanûna dij-terorê bi darvekirinê darizand.

Piraniya DAIŞ'iyên li Sûriye û Îraqê hatine girtin li xwe mukur hatin ku hikûmeta AKP'ê ya Tirkiyeyê riya hatina wan hêsan kiriye û serçeteyên DAIŞ'ê bi rayedarên AKP'ê re di nava hevpeymanan de ne.