Ji bo 2 şehîdan mersîma oxirkirinê hate lidarxistin

Meclîsa malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê li goristana şehîdan bi merasîmekê cenazeyê şehîd Koçer Kobanê spartin axê. Di heman mersîkê de nasnameya Şehîd Ehmed Mizeyed hate ragîhandin.

Ji bo 2 şehîdan mersîma oxirkirinê hate lidarxistin
22 gulan, 2018   11:14

HESEKÊ

Bi armanca beşdarbûna merasîma oxirkirina şehîd Koçer Kobanê ku di 19'ê gulanê de li Hesekê şehîd bibû bi sedan welatiyên Serêkaniyê hatin cem hev. Girseya gel cencae yê Kobanê rakirin û li ser milan heta goristanê meşiyan.  Di merasîmê de her wiha nasnameya şehîd Ehmed Mizyed ê ku di 25'ê Sibatê de li Reqayê şehîd bibû hate ragîhandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endemê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Îdan Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku li herêma Rojhilata Navîn şerê hebûn û nebûnê tê jiyankirin û wiha got: "Sîstemên dîktator hewl didin serweriya xwe li ser gel ferz bikin û kesên ku vê yekê qebûl nakin siyaseta qirkirinê li dijî wan didin meşandin. Projeya neteweya demokratîk ku li ser fikirê Rêbertiyê hatiye hunandin, hevgirtin û yekîtiya gelên herêmê xurtir dike."

 Li ser navê YPG'ê Azad Welat axivî û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk di pêvajoya duyem de didome. Welat got ku gel qebûl dike ku di konan de bijî û wiha anî ziman: "Em berxwedana gelê Efrînê silav dikin û soz didin ku em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bibin."

Di dawiya axaftinan de soza şopandina riya şehîdsan û pêkanîna armancên wan hat dayîn.  

nasnameyên herdû têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. 

(jh)

ANHA