Rojevên sereke yên rojnameyên ereban ev in!

Hêzên rêjîmê piştî lihevkirinekê bi çeteyên DAIŞ'ê re di bin sponseriya Rûsyayê de serweriya xwe li ser bajaroka Hecer El-Eswed ya Dîmeşqê ferz kir û bi vê yekê rêjîmê niha serweriya xwe  li giştî gundewarê Dîmeşqê ferz kir. Aliyên Îraqê lidarxistina hevdîtinan ji bo avakirina hikûmeteke nû berdewam dikin, lê ji ber girêdana van aliyan bi hêzên navnetewî û herêmî ve, avakirina hikûmetekê ku hemû Îraqî di bin sîwana wê de kom bibin asteng dike. Erdogan xwe weke xelîfê Îslamiyan li Ewropayê nîşan

Rojevên sereke yên rojnameyên ereban ev in!
22 gulan, 2018   07:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşa Sûriyeyê bi taybet piştî serweriya rêjîmê li ser bajaroka Hecer El-Eswed a Dîmeşqê kirin. Her wiha behsa civînên di navbera aliyên Îraqê de piştî hilbijartinan kirin. Dosya nuklerî ya Îranê û hilbijartinên Tirkiyeyê û mijara Filestînê jî cihê xwe di rojnameyên îro de girtin.

Piştî lihevkirina bi DAIŞ'ê re bi sponseriya Rûsyayê rêjîmê serweriya xwe li gundewarê Dîmeşqê ferz dike

Rojnameya El-Qudis El-Erebî di hejmara xwe ya Îro de manşêteke xwe wiha bi nav kir: "şerê dirêj û dijwar bi rêxistina 'Dewletê' re, artêşa rêjîmê serweriya xwe li ser Muxeyem Yermûk ferz kir." Rojnameya El-Ereb jî di bin sernavê "Rêjîma Sûriyeyê herêma Hecer El-Eswed vegerand bin serweriya xwe" de gotarek weşand. Rojnameya Şerq El-Ewsat jî gotareke xwe wiha bi nav kir: "Dîmeşq û gundewarê wê bi temamî di bin serweriya rêjîmê de ye."

Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê serweriya xwe li ser giştî gundewarê Dîmeşqê ferz kir ku ji sala 2012'an ve ji bin serweriya wê derketiye, piştî ku rêxistina DAIŞ'ê bi sponseriya Rûsyayê jê hate derxistin.

Di embarên Îranî de teqîn û ya dawî daxuyaniyên Rûsyayê red kirin

Rojnameyan her wiha behsa teqînên di baregehên Îranê de yên li Sûriyeyê kirin. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Qudis El-Erebî gotareke xwe wiha bi nav kir: "Mezintirîn baregeha Îranê li başûrê Dîmeşqê ji ber teqînan hejiya." Rojnameya Şerq El-Ewsat jî gotara xwe wiha bi nav kir: "Îranê daxuyaniyên Rûsyayê yên derbarê vekişandina hêzên wê ji Sûriyeyê red kir."

Rojnameya El-Heyat jî behsa heman mijarê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Teqînên li baregehên Îranê yên li Sûriyeyê sîwana Rûsyayê ji ser wê radike û nakokiyan kûrtir dike." Rojnameyê diyar kir ku piştî êrîşeke Îsraîlê li dijî baregehên Îranê yên li Sûriyeyê nakokiyên di navbera Tehran û Moskoyê de dîsa derketin holê.

Rojnameyê her wiha da zanîn ku ev nîşaneke nû ya rakirina sîwana Rûsyayê li ser hebûna Îranê di Sûriyeyê de ye. Çavdêran ragihandin ku evan êrîşên ku gumane ji aliyê Îsraîlê ve pêk hatine li dijî baregeha rêveberiya şerê elketronîk û baregeha Ewlehiya Dewletê pêk hatine ku di van herdu baregehan de hêzên Îranê bi cih bûne. Lê dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rêjîmê behsa van buyeran nekirin û got ku evan dengên teqînan ji ber teqîna ceneratorên kehrebeyê ji ber germahiyê ne. Çapemeniya fermî ya rêjîmê jî mijar paşguh kir.

Şerê bilokan li Îraqê

Girêdayî mijara Îraqê rojnameyan behsa civînên bilokên ku di hilbijartinan de bi serketine kirin. Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Diyalogên di navbera rayedarên bilokan de ji bo avakirina hikûmeta Îraqê". Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî gotareke xwe wiha bi nav kir: "wekheviya nêrînan di navbera  Ebadî û El-Sedir de.. partiya El-Malikî jî venagere desthilatdariyê". Rojnameya El-Ereb jî wiha got: "guhertina dîmena siyasî ya Îraqê mijara heyî ye û Îran hewl dide encamên wê bêbandor bike."

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî gotareke xwe wiha bi nav kir: "şerê bilok û aliyan avakirina hikûmeta El-Sedir asteng dike." Rojnameyê diyar kir ku evan bilokên ku hewl didin para herî mezin werbigirin ji çarçoveya 5 bilokên Şîayî dernakevin (Saîron bi serokatiya El-Sedir 54 kursî, El-Fetih bi serokatiya El-Amirî 47 kursî, El-Nesir bi serokatiya El-Ebadî 42 kursî, Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî El-Malikî 25 kursî û El-Hikmê bi serokatiya El-Hekîm 22 kursî).

Rojnameyê got ku bilokên herî nêz ji koalîsyonê re di navbera bilokên Şîayî de yên Saîron û El-Nesir e û eger biloka El-Hikmê beşdarî vê biloka nû bibe pêdiviya wê dê bi aliyekî Erebî Sunnî û Kurdî hebe û mijara wan jî hêjî biryar nehatiye girtin.

Lubnan

Derbarê rewşa Lubanê de Rojnameya El-Heyat sernaêv "Cece: Em nav li El-Herîrî dikin û kaxeza spî ji Birî re" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokê Paritya Hêzên lubanê Semîr Cece serokatiya civîna yekem a kutleya Cemhûrî ya bi hêz kir. Kutleyê biryar da ku Serokê Hikûmetê yê Berê Sed El-Herîrî erkdar bike û got ku ew ê xebatên xwe bidomîn in."

Amarîka û nûkleriya Îranê

Derbarê dosya nuklerî ya Îranê jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Amarîka hêza Îran û destwerdanên wê bi 12 şertan dorpêş kiriye" Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê mijarê sernavê "Amarîka gavan li Îranê dixwe ku cezayên li dijî wê zêde bike" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Amarîka zextên xwe yên li dijî Îranê zêde kirine û wiha dom kir: "Amarîka zextên malî ku beriya niha pêk ne hatine, li dijî Îranê da meşandin.  Wezîrê Karê Derve yê Amarîka da zanîn ku wê biryarên wan bihêle Îran gavan paş de bavêje.

'Erdogan felişiye'

Derbarê rewşa Tirkiyê de jî rojnaeyên ereban hin nivîs û nirxandin weşandin. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de got ku "Cezaya muebed dan 104 girtiyên derbeye Tirkiyê" Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê "Erdogan xwe wekî rêberê misilmanan li Ewropa erkdar dike" avêt, her wiha di nivîsek din de jî sernavê: " Sekerterê rojnamavê Gul: Erdogan hêza winda kiriye û felişiye" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokkomarê Tirkiyê Erdgoan di serdana xwe ya Bosna û Hirsek a êvara Şemiyê de bi dawî bû, xwe wekî Lîderê misilmanan li Eworpa hesab kir û wiha dom kir: "Di zimanê xwe de xîtabî gel kir, di wir de nêzîkatiyên hikûmetên Ewropa bi hemwelatiyên Tirkiyê yên li derve dimîn in, rexne kir."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî got ku Sekreterê Rojnamavê Serokê Berê yê Tirkiyê Ebdulah Gul, Ehmed Sîfîr siyasetên AKP ku ji sala 2002'an de ji bo desthiladariyê di destê xwe de bihêle rexne kir û wiha dom kir: "Ev nêzîkatiyên AKP û rêberê wê Erdogan rexneyên opozisyonê yên li ser nêzîkatiyên wan rexne dikin. Li ser hilbijartinên pêş wext jî hat hate gotin ku Erdogan hêza xwe winda dike û felişiye."

Baragwê sefaretxaneya xwe li Qudisê vekir

Derbarê aloziya Israîl û Flistînê jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernvaê "Sefaretxaneya Baragwê li Qudsê hate vekirin" avêt. Rojanemeya El-Ereb jî sernavê "Nexweşiya Serokê Filistînê derî li ber fikarên li ser nakokiyan vedike" avêt. Rojnameya El-QUdis El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê: "El-Malikî li lahayî da ku dosya bicîhkirina îsraîliyan di Filistînê de, ji dadgeha cînayî re rabike."

Rojnameyê got ku Wezîrê karê Derve û Penaberan ê Filistînê îro li paytexta Holendaye da ku dosya bi cihkirina welatiyên Israîlê di xaka Filistîniyan de dewrî dadgeha dozgeriya cinayî ya navdewletî bike."

(jh/dc)