Cotkarên Eyn Îsa li ser zeviyên xwe bi tirs in

Piştî barana dijwar ku li Bakurê Sûriyê bariya, metirsî li ser mewsimê çandinyê çêbû, dibe ku berhem nede. Cotkarên herêmê rastî gelek zehmetiyan hatin.

Cotkarên Eyn Îsa li ser zeviyên xwe bi tirs in
Cotkarên Eyn Îsa li ser zeviyên xwe bi tirs in
Cotkarên Eyn Îsa li ser zeviyên xwe bi tirs in
22 gulan, 2018   06:52

EHMED EL-KEMIYAN-MIHEME EL-EHMED/ GIRÊ SPÎ

Cotkarên bajaroka El-Elî Bacliyê ya navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî bi hatina dema çinîna mewsimê ceh di nava metirsiyan de ne ku mewsimê wan telef bibe. Ji ber xirabûna riyan derase nikare derbasî nava zeviyan bibin.

Cotkarên bajaroka El-Elî Bacliyê ya ku dikeve ser çemê El-Belîx, ji ber barana dijwar û lehiya ku çêbû zerarên mezin gihan mewsimê çandiniyê.

Riyên di nava zeviyan de yek ji tiştên sereke ne ku bandorê li ser kar û xebatên çandiniyê dike.  Ev rê ji bo cotkar karibin bi hesanî derbasî nava zeviyên xwe bibin û tovên xwe bi hesanî bibin û bînin pêwîstiya wan riyan bi sererastkirinê heye.

Riyên ku di nava zeviyan de ne ji ber barîna baranê û ava ku ji nava zeviyan derdikeve hatine xirab kirin. Ji ber vê yekê cotkar dirtistin ji ber ku nikarin bi hesane derbasî nava zeviyên xwe bibin.

Ji ber vê yekê gelek pirsigrêk di nava cotkaran de derdikevin.

Ji ber ku tu riyên ku erebe derbasî nava zeviyan bibin tune ne, ji ber vê yekê cotkar neçar dimînin ku zêdeyî 2 km bimeşin heta ku bighêjin nava zeviyên xwe.

Di vê çarçoveyê de cotkarê bi navê Abdulxenî El-Hebeş ê ji gundê El-Doxaniya yê girêdayî bajaroka El-Elî Baciliyê got ku ji ber barîna baranê zerarên mezin giha mewsimê çandiniyê. El-Hebeş destnîşan kir him ji ber barîna baranê û him jî ji ber ava çemê El-Belîx gelek zerar dîtin û her wiha zeviyên ku zerar negihşiya wan ji ber ku hemû rê xirab bûne metirsî li ser wan jî hene.

Ji aliyê xwe ve cotkarên bi navê Hisên Mihemed El-Hesen destnîşan kir ku li wê derê boriyên derxistina avê kêmin ji ber vê yekê hertim rê şilin û yek bi zehmetî wan riyan derbas dike.

Her wiha ji aliyê xwe ve Endamê komîteya Çandiniyê ya bajroka El-Elî Bacliyê Hîlal Abdulqadir got ku ji bo ku ev pirsgirêk were çareser kirin wan xwestekek ji desteya Çandiniyê re şandine lê heta niha tu bersiv ji wan re nehatiye şandin.

Di dawiyê de cotkaran bang li desteya Çandiniyê kirin ku pirsgirêkên wan bi awayekî acil çereser bike.

(bx)

ANHA