Tîma "Simûd" xelata turnoveyê wergirt

Meclîsa Ciwanên Tebqayê tîma " Simûd" a ku di Turnoveya "Şehîd Salim El-Xilêf" di rêza yekemîn de bû, xelat kir.

Tîma "Simûd" xelata turnoveyê wergirt
19 gulan, 2018   13:51

ÛDEY EL-EHMED

Turnoveya fotbolê ya "Şehîd Salim El-Xilêf" li ser asta bajarê Reqayê ji aliyê Meclîsa Ciwanên Reqayê ve hatiye organîzekirin. Di Turnoveyê de tîma " Şehîd Salim El-Xilêf" di rêza yekemîn de bû.

Meclîsa Ciwanên Reqayê ji bo xelatkirina tîma " Şehîd Salim El-Xilêf" merasîmeke lidar xist.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê Hamid El-Ferec, Hevserokê Meclîsa Rêveber Şiyar Mihemed, Hevserokê Komîteya Hundirîn Mezlûm Umer, endamên Komîteya Malbatên Şehîdan û saziyên sivîl di merasîmê de amade bûn.

Merasîm li Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.

Hevserokê Meclîsa Rêveber Şiyar Mihemed di merasîmê de axivî. Şiyar got, "Ev serkeftin berhema rêxistinbûyîna ciwanan e ya xwe dispêre fikirê dirust e."

Mihemed her wiha anî ziman ku sport ne lîske an serkeftin û binkeftin e, lê exlaq û têkiliyên rast ên bi civakê re ye.

Rêvebera Komîteya Jin Roşîn Mihemed jî axaftin kir û bal kişand ku di demeke kurt piştî rizgarkirina hêrêmê ji terorê gavekên pir girîng ji aliyê ciwanan ve hatin avêtin û hêviya serkeftinê xwest.

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Minewer El-Edad serkeftin lîstikvanan pîroz kir û got" Hûn in nimuna rihê hevaltî û hevkariyê ye, we hişt ku her kes li hemberî exlaqî we bi rêzdarî bisekine."

Di dawiya merasîmê de Meclîsa Ciwanên Reqa xelat pêşkêşî lîstikvanên tîma " Simûd" kir.

Di maça dawî ya turnoveyê de, tîma "Simûd" li beramberî tîma "Hêzên Ewlekariya Hundirîn" biser ket.

Salim El-Xilêf du meh pêş ji bo piştgiriyê Berxwedana Serdemê bi gelê Bakurê Sûriyê berê xwe dabû Efrînê û di encama topbaran artêşa Tirk a dagirker li ser ku kerwanê gelê şehîd dibe.

(bb)

ANHA