MSD guheritna demografî şermezar kir

Buroya MSD'ê ya Helebê siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Bakurê Sûriyê de û guhertina demokratîk şermezar kir û got ku siyasetên xwe di riya çeteyan re pêk tîn e.

MSD guheritna demografî şermezar kir
19 gulan, 2018   12:21

HELEB

Buroya MSD'ê ya Helebê derbarê binpêkirinên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derheqê şêniyên Efrînê û guhertina demografî daxuyanî da.

Daxuyanî bi beşdarbûna dehan endamên MSD'ê yên Helebê li taxa Şêxmeqsûd ji aliyê Endama Buroya Jin a MSD Hêvîn Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniya hate gotin ku di demên dawî de şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin û ev tişt hate gotin: "Aşê vî şerê di dilê Bakuêr Sûriyê pêk tê. Lê belê di dilê Rojhilata Navîn de ye. Ji ber Efrînê xala derbaskirina ber bi cîhanê ve ye. "

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan bi siyasetên we yên guheritna demorafî dixwaze rastiya herêmê bide guhertin û wiha hate gotin: "Bi tekoşîn û fedekariya sedên salan ên gelê herêmê dê hemû pîlan têk biçin. Em wekî MSD'ê bi yek destî li dijî parçekirinên ku dewleta Tirk daye meşandin, disekin in. Em ê tekoşîna xwe di hemû aliyan de dewam bikin, da ku Sûriyê bibe ya hemû pêkhateyên xwe."

(dc)

ANHA