Partiya Sûriyayê Pêşerojê danasîna xwe bi gel re didomîne

Partiya Sûriyayê Pêşerojê danasîna xwe bi gel re didomîne. Partiyê vê carê bi şêniyên herêma Kisrat re civiya.

Partiya Sûriyayê Pêşerojê danasîna xwe bi gel re didomîne
17 gulan, 2018   13:23

REQA

Bi dirûşmeya "Sûriyaya pirreng, nenavendî û demokratîk"Partiya Sûriyayê Pêşerojê  civînên danasîna xwe bi gelê herêmê re didomîne. Partiyê vê care bi şêniyên herêma Kisrat re civiya.

Serokê Partiyê Îbrahîm El-Qeftan û endamê partiyê, bi dehan şêniyên herêmê amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Serokê Partiya Sûriyayê Pêşerojê Ibrahîm El-Qeftan axivî û armancên partiyê, rola wê ya di danûstandinên bi dewletên Ewrupa ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê destnîşan kir.

El-Qeftan, anî ziman ku partî dê rewşa girtiyên yên berê di nava DAIŞ  de bûn çareser bike û girîngiyê bide sererastkirina şaşîtiyan di nava saziyên Reqa de.

Di civînê de nêrînên û pirsên gel hatin guhdarkirin, ji pirsan; karên partiyê, destwerdana siyastên derve di Sûriyê û rewşa Sûriyê ber bi ku ve biçe.

El-Qeftan berisva pirsên gel da û got, "Partiya me ev du meh ava bûye, em ê bi hemû hêza xwe ji bo avakirina Reqayê kar bikin. "

(bb)

ANHA