Xwe ji bo pêşwazîkirina Remezanê amade kirine

Şêniyên herêma Karmê ya Reqayê xwe ji bo pêşwazîkirina yekem  meha Remezanê ya piştî ji çeteyên DAIŞ'ê hatine, rizgarkirin, dikin.

Xwe ji bo pêşwazîkirina Remezanê amade kirine
Xwe ji bo pêşwazîkirina Remezanê amade kirine
Xwe ji bo pêşwazîkirina Remezanê amade kirine
16 gulan, 2018   17:27

REQA

Şêniyên herêma Keramê ya Reqayê yên ji zulma çeteyên DAIŞ'ê xilas bûn, xwe jib o pêşwazîkirina meha Remezana pîroz dikin. Piştî çeteyên DAIŞ'ê ev yekem meha Remezanê ye welatî dûrî qanûn û zulma çeteyên DAIŞ'ê dê pêşwazî bikin.

Bi boneya Remezana pîroz sûkên herêmê tijî madeyên xwarinê yên taybet bi meha Remezanê wekî zebze, xurme, ava sûsê, temehindî, merûk û herwekî din bûn. Welatî jî bi girseyî berê xwe didin sûkan û pêdiviyên xwe destîn in.

Di heman demê de mizgeft ji bo meha Remezanê têne amadekirin. Derbarê mijarê de xwediyê dikanekê li herêma Keramê diyar kir ku tevgera sûka wan pir girse û zêde bû ye.

(dc)

ANHA