Navenda Çandê ya Til Hemîsê hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Til Hemîsê bi merasîmekê hate vekirin.

Navenda Çandê ya Til Hemîsê hate vekirin
Navenda Çandê ya Til Hemîsê hate vekirin
Navenda Çandê ya Til Hemîsê hate vekirin
16 gulan, 2018   17:05

QAMIŞLO

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo bi merasîmekê hate vekirin. Di merasîmê de çalakiyên hunerî û çandî hatin lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeyê, di nav de rûspî, rêveberên tevgera çand û hunerê ya kantona Qamişlo amade bûn.

Navend bi dest dayikên şehîdan hate vekirin.

Paşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Hevserokê Şaredariya Gel a Navçeya Til Hemîsê Ebdulrehman Hadî helbestek bi navê "Efrîn dişewite" xwend.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Sayil El-Mixlif, Hevserokê Melîsa Gel a navçeyê Salih Xelef û Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo Nûra Wekai axivîn. Kesên axivîn armanca vekirina navenda diyar kirin û gotin "Armanca vekirina navendê aktîvkirina çand û hunera gelê herêmê û pêşxistina wê ye."

Axaftivanan girîngiya xurtkirina jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên de destnîşan kirin.

Piştî axaftinan, koma Enwar a  navçeya Til Hemîsê şanoyê xwe ya "Birîna Efrîn", Koma Ezîz Ereb a Til Koçer şanoya "Qiral û kole" pêşkêş kirin.

Her wiha koma Zîlan a mûzîkê ya navçeya Dirbêsiyê stran gotin.

Merasîm bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

(bb)

ANHA