Binkeftina Filistînê û helwestên Ereban û Îslamiyan ji doza wê – 3

Piştî ku dewleta Israîlê sala 1948′an hat ragihandin, têgeha doza Filistînê wek têgeheke siyasî derket holê. Dewletên Erebî ″Sûriye, Misr, Urdun û Lubnanê ev doz ji bo bazirganiya bi gelê Filistînê bi kar anîn û hemûyan pişta gelê Filistînê berdan.

Binkeftina Filistînê û helwestên Ereban û Îslamiyan ji doza wê – 3
16 gulan, 2018   08:18

Ereb; di navbera keysbazî û têkiliyên bi Îsraîl re

XEZA/MUSETFA DEHDÛH

Di vê dosyayê de dê helwestên dewletên Erebî ji doza Filistînê bêne vegotin. Her wiha dê bal were kişandin ser têkîliyên Filistîn û Misrê beriya û piştî hikmê Cemal Ebdulnasir û komkujiyên li Lubnanê li dijî gelê Filistînê pêk hatin. 

Girîngînedayîna serxwebûna Filistînê

Bi guhertina serokomaran re, hewlsta Misrê ji doza Filistînê dihat guhertin. Di hin serdeman de îxanet bi gelê Filistînê re hat kirin, di hin serdeman de jî hewldan hatin kirin da axa Filistînê bi ser Misrê de were berdan. Di şerê 48′an ê li Filistînê di navbera hêzên Erebî ′artêşên Sûriye, Misr, Urdun, Iraq, Lubnan, Siûdî Erebistan′ û hêzên Israîlî de,  padîşah Farûq ê ku di salên 1936-1952′an de dewleta Misrê birêve dibir, xiyanet bi gelê Filistînê re kir. 

Leşkerekî Filistînî yê ku bi artêşa Misrê re beşdarî şer bûbû, got ku hêzên Iraqê û Misrê di destpêka şer de hêzên Iraqê û Misrê li ser rewşê hakim bûn, lê ji aliyê padîşah Farûq bi wan re xiyanet kir û cûrekî çekên ku di nava destên wan de diteqiyan dan wan. Ji ber vê yekê artêşên Ereb di şer de bin ketin. 

Cemal Ebdulnasir ê ku ji sala 1956′an de bû serokomarê Misrê hewl dida Filistînê bi ser axa Misrê de berde. Ji ber vê yekê Rêxistina Rizgarkirina Filistînê ava kir û xwest li gorî berjewendiyên xwe birêve bibe. Lê ev rêxistin serbixwe ma. Ebdulnasir piştî şerê 1967′an biryara konseya ewlekariyê ya 242 erê kir. Piştî vê yekê gelek alî têgihîştin ku Ebdulnasir êdî girîngiyeke mezin nade doza Filistînê.

Di serdema Serokê Misirê Enwer El-Sadat di navbera 1970 – 1981‘an de siyaseta Misir a li hemberî Filistînê hate guhertin. Di şerî sala 1973‘an de arêtşa Misir derbasî Filistînê bû. Kesên temen mezin ê Filistînê dibêjin ku El-Sadat dikarîbûn erdên Filistînê yên ku Israîl girtibû, vegerîne. Lê El-Sadat bi Israîl re diylog çêkir, li bermberî rawestandina şer Sîna vegerîne li gorî peymana Kamp David.

Di serdema desthilatdariya Ixwan El-Muslimîn (Mihiemed Mursî 2012 -2013) an de siyaeta Misir a li hemberî Filistînê neguherî. Misir dîsa têkiliyên xwe yên bi Israîl diparast di heman demê de jî xîtabên xwe yên piştgiriya Filistînê dûbare dikir.

Niha jî ango di dema hukmê Ebdulfetah El-Sîsî (2014) El-Sîsî jî heman siyaseta Mûbare berdewam kir. Rêjîma El-Sîsî jî di demê dawî de ji bo ku aramniya sînorê Misir û Filistînê biparêze hewl da di navbera Hemas û Fetih de lihevkirinekê çêbike.

El-Esed dixwaze berxwedana Filistînê têk biçe

Di salên 1966 – 1970‘an, ango dema desthilatdariya Nûredîn El-Etasî ji bo Sûriyê, ku di heman salên de Cemal Ebulsar serokê Misirê bû, El-Etasî piştgirî da doza Filistînê. Lê bi derbeya rêjîma Bass re pêvajoyeke nû derbarê têkiliyên bi Filistînê re dest pê kir. Di şerê 67‘an de dema ku Hafiz El-Esed serokê Sûriyê bû, El-Esed ji bo ku Girê Colanê vegerîne têkilî bi Israîl re çêkir, lê ji bo Filistînê ti nêzîkatiyên bi vî rengî nebû. Lê belê El-Esed Serokê Rêxistina Rizgarkiya Filistînê Yasir Erefat gotibû kuew kelemek divê ji holê were rakirin.

Piştî derbeya Partiya Baas ku di encmê de Hafiz  El-Esed bû Serokê Sûriyê di sala 1971‘an de û heta wefata wî di sala 2000‘î de El-Esed xwe wekî parêzerê Filistînê da xuyakirin, lê derkete holê ku berxwedana Filistînê ji bo berjewendiyên xwe di da xebitandin.

El-Esed di serî de pêşwaziya koçberên Filistînê kir û ew di saziyên dewletê da xebitandin, derbaskirina xwendekarên Filistînê ji bo zanîngehên Sûriyê hesan kir. Mebesta jê vê yekê ew bû ku Filistîniyan nêzî xwe bike. Lê yek ji aliyê Tevgera Fetih ve rastî nerazîbûnê hat.

Di dawiya salên 1972‘an rêjîma Sûriyê bi sorkirina Hisên El-Heybe (têkiliyên wî bi istîxbarata Sûriyê xurt bû) hewl da Yasir Erefat bikuje, lê hewldan negihişt serî.

Di wê demê de gelek berxwedêrên Filistînê li bargehên Lubnanê bûn, diyar kirin ku Hafiz El-Esed dest di danîbû li se çekên ku ji wan re dihat, lê piraniya çekên ku ji wan re dihat ên sivik bû. Li ser vêyekê dema Israîl sala 1982‘an de êrîşî Rêxistina Rizgariya Filistînê li Lubnanê kir, rêxistinê nedikarî parastina xwe bike, di encamê de Yasir Erefat û derdora 11 hezar endamên rêxistinê li rojavayê Beyrûtê hatin dorpêçkirin.

Hafiz El-Esed qaşo xwe wekî parêzerê doza Filistînê nîşan dida, derbarê êrîşa Israîl de tu helwest neda. Artêşa Sûriyeyê jî ku wê demê li Lubnan jî bû destwerdan nekir, destwerdana ji aliyê Hafiz El- Esed ve piştî ku artêşa Israîl hin bargehên artêşa Sûriyê yên li Lubnanê topbaran kir, pêk hat, Hafiz El-Esed ne bi hemû çekên xwe destwerdan kir, ji ber ku dixwest Rêxistina Rizgariya Filistînê têk bibe.

Rêjîma Sûriyê di sala 1983‘an de xwest Tevgera Hemas têk bibe. Li ser vê yekê endamên tevgerê sor dikirin da ku ji tevgerê veqetin. Ji endamên tevger ên ku veqetiyan bi serokatiya Seîd El-Meraxî Ebû Mûsa navê "Fetih El-Entîfada" li rêxistina xwe kirin. Di wê demê de Rêjîma Sûriyê Yasir Erefat ji Sûriyê qewitan. Lê dîsa jî pilanên rêjîma Sûriyê bi ser neketin.

Di dema Beşar El-Esed jî ji sala 2000‘î nêzîkatiyên rêjîma Sûriyê li hemberî doza Filistînê di çarçoveya xîtab û dirûşmeyên sînodar ma, armanc jê ew e ku gelê Filistînê bikişîne bi aliyê xwe ve.

Urdun jî hewl dide erdê Filistînê tevlî xwe bike û berxwedanê têk bibe

li gorî gelek çavdêran, Urdun her bi çavê ku Filistîn beşek ji axa xwe ye û ji mafê wê ye kontrol bike, lê dinêrî. Ev yek jî dema dagirkirina Birêtaniya li herêmê diyar bû. Wê demê Urdun rêkeftin bi Birêtaniya re çêkir û li hemberî Duva Xerbiyê, Filistîn firote Israîlê. Di şerê 48`an de, Urdun Duva Xerbiyê bi dest xist û heta sala 1967`an di destê wê de  bû.

Piştî şerê 1967`an, paytexta Urdunê Eman di serdema Mîr Hisên Bin Telal Bin Abdullah, bû navenda fermandariya berxwedana Filistînê ango hêzên Filistînê. Lê di dawiyê de, Mîr Hisên ji bo xelasbûna ji Filistîniyan ji Emerîka, Sûdan û Bakistan  alîkarî xwest. Di sala 1970`ê de artêşa Emerîka, Sûdan û Bakistan berê xwe dane Urdunê û di sala 1971`an de jî dest bi êrîşa berxwedana Filistînê li Emanê kirin û ew dorpêç kirin. Di dawiyê de, hêzên Filistînî neçar man ku Emanê derkevin û berê xwe bidin Lubnanê .

Di sala 1971`an de, piştî ku hêzên Filistînê ji Urdunê derbasî Lubnanê bûn, hêzên Filistînî ji erdîngariya Lubnanê sûd wergirtin û dest bi avakirina bargehên xwe kirin û endamên xwe perwerde kirin. Piştî demekê hejmara endamên hêzên Filistînê bû bi hezaran û hêzeke rêxistinkirî hate avakirin. Ev yek jî tirs li gel Îsraîl û gelek Lubnaniyan çêkir.

Di Îlona sala 1982`an de, Partiya Ketayibên Lubnanê, Artêşa Lubnanê bi fermandariya Îlî Hebîqe û hêzên Îsraîlê êrîşî kampên Sebra û Şatîla yên penaberên Filistînî kirin. Di encama êrîşê de, komkujiyek pêk hat û derdora sê hezar û 500 kes hatin qetilkirin, lê artêşa Lubnanê li hemberî vê komkujiyê bêdeng bû.

Piştî vê komkujiyê,  yek ji damezrênerên  Partiya Pêşverû Sosyelîst Kemal Canbilat bi fermandariyên hêzên Filistînê re Yasir Erefat û Coric Hebeş re li başûrê Lubnanê civiya û ji wan xwest ku ji Lubnanê derkevin. Piştî vê hevdîtinê, rêkeftina Filîb Hebîb di sala 1982`an de çêbû. Li gorî rêkeftinê, wê hêzên Filistînî  ji Beyrûtê derkevin bi şertê ku neyên tunekirin.

Kendava Erebî û doza Filistînî

beriya şerê 1948`an, tu helwestên Kendava Erebî ji doza Filistînî tune bû. Lê di wê demê de ango di serdema Mîr Sûd Abdullah Ezîz, êdî petrol li kendavê derdiket, ji ber  vê yekê jî Erebîstana Sûidî gelê Filistînê ji bo pêşxistina aporiya Sûidî wekî  karker bi kar dianî.

Di şerê sala 1973`an de, Erebîstan Sûidî di serdema Mîr Feysel Ebdellzîz petrol wekî çekekê di şer de bi kar anî. Di wê demê de, rola Sûidî li herêmê bi awayekî eşkere diyar bû û Sûidî tenê di aliyê darayê de destek dida Filistîniyan.

Erebîstan Sûidî di sala 2002`an de, di lûtkeya Komkara Erebî ku li Beyrûtê hate lidarxistin de, bi rêya nexşeyekê xwe derbasî nava doza Filistînê bike. Ev nexşe di lûtkeyê de hate qebûlkirin, lê di bi demê de re, ji ber hîn têkiliyên gelek dewletên ereban  bi Îsraîlê re, ev nexşe nehat bicihanîn.

Balkêş e ku Qeter ji yekemîn dewletên Kendava Erebî ku piştî kongreya Medrîdê di sala 1991`an de, têkilî bi Îsraîlê re danî. Paşê, Serokê Hikumeta Îsraîlê Şemûn Bîrîz serdana Qeterê kir û buroyeke bazirganî ya Îsraîlê li Dewha vekir û gelek rêkeftinên bazirganî bi Qeterê re îmze kir. Her wiha Qeter bi rêya destekdayîna Tevgera Hemas, aloziya Filistînê kûrtir kir û dabeşî di navbera Filistînê de çêbû.

Di dema niha de jî, hemû dewletên Erebî û Islamî dixwazin doza Filistînê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne û armancên xwe bi cih bînin, bi vê yekê re jî tenê Filistînî li qadê dimînin.

(ekip)

ANHA