Li herêma Firatê şahiyên pîrozbahiya 15′ê Gulanê

KPC-Demokratîk bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li herêma Firatê şahî li dar xistin.

15 gulan, 2018   16:30

KOBANÊ / GIRÊ SPÎ

Li Kantonên Kobanê û Girê Spî bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahî hatin lidarxistin û pêşengehên wêneyan hatin vekirin. 

KOBANÊ

Li Kantona Kobanê şahiya pîrozbahiyê li salona Firatê bi beşdariya gelê herêmê û endamên Saziyên Civaka Sivîl hat lidarxistin. Di şahiyê de Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mustefa Îto axivî û bal kişand ser girîngiya parastina zimanê Kurdî li dijî siyasetên qirkirina ziman û çanda Kurdî.  

Endama Saziya Zimanê Kurdî Almaz Elî jî diyar kir ku serkeftina herî mezin ew e ku bi sedan mamosteyên zimanê Kurdî beşdarî şahiya pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî bûne. Her wiha diyar kir ku zimanê Kurdî berê li malan bi dizî dihat fêrkirin, lê niha fermî li dibistanan tê fêrkirin.

Piştre komên hunerî yên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido stran, dîlan û şanoyên xwe pêşkêş kirin. 

GIRÊ SPÎ

Li Kantona Girê Spî jî şahiya pîrozbahiyê  bi beşdsariya bi sedan gel û mamosteyan li dibistana gundê Bexdikê ya dikeve rojavayê bajarê Girê Spî hat lidarxistin. 

Di şahiyê de Endamê Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kantonê Icêl Îdan axivî, dîroka zimanê dayîkê vegot û soz da ku ew ê nifşekî zana û pêşketî ava bikin.

Endama PYD′ê Fatma Xelîl jî Cejna Zimanê Kurrdî li malbatên şehîdan, şervanên di çeperên şer de û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û bal kişand ser hovîtiya dagirkeriya Tirk a li dijî gelê Efrînê.

Piştre komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Girê Spî gelek stran li ser hezkirina zimanê dayîkê gotin. Piştre şanoyek li ser siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Efrînê hat pêşkêşkirin. 

Di berdewama şahiyê de pêşengeheke wêneyên ji aliyê şagirtan ve hatin xêzkirin, hat vekirin. 

Şahî bi tîlîliyên dayîkan û gerandina govendê bi dawî bû. 

(mm)

ANHA