′Azadiya Ocalan azadiya gelan e′

Şêniyên navçeya Til Koçer bi dirûşmeya "Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelan e" daketin qadan û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

′Azadiya Ocalan azadiya gelan e′
′Azadiya Ocalan azadiya gelan e′
′Azadiya Ocalan azadiya gelan e′
15 gulan, 2018   12:41

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiriyarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê şermezar kirin.

Şêniyan bang li rêxistinên navdeweletî kirin ku hewlestên xwe derabarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar bikin.

Şêniyan di meşa  xwe de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Azadiya Ocalan azadiya gelan e" hildan.

Meş ji ber dibistana Zekeriya El-Mihêmid destpê kir û li kolana sereke û sûka bajar geriya. Di meşê dirûşmeyên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina kiriyarên artêşa Tirk a dagirker û çeteypên wê li Efrînê hatin bi rêzkirin.

Meş li cihê ku ji destpê kir veguherî mitîngê. Mitîng bi rêzgirtin destpê kir. Paşê yek ji rêveberên Kongreya Star Mûna El-Mizil axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku ewê heta dawiyê şopdarê riya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin.

Her wiha Mûna bang li dewleta Tirk a faşîst kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwediya pîvanên biratiya gelan û jiyana hevbeş serbes berdin.

Mûda di axaftina xwe de kiriyarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyênwê derheqî gelê Efrînê şermezar kir.

Ji aliyê xwe ve li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Mezlûm Yûsif axivî û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî. Yûsif di axaftina xwe de gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku dibêje "Heger em rojekê azad bijîn baştire ji sed salên di bin desthilatdaî û koletiyê".

Yûsif di dawiyê de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan û jiyana hevbeş ev 50 salin têdikoşe. Her wiha Yûsif tekez kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêwîste asta tekoşînê were bilind kirin.

Mitîng bi dirûşmeyên banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bû.

(bx)

ANHA