Peykerê Wetenî hilweşandin û milkên sivîlan desteser dikin

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê peykerê kesayetê niştimanî Ehmed Hibo (Wetenî) hilweşand û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê jî mal û milkên sivîlan desteser dikin.

Peykerê Wetenî hilweşandin û milkên sivîlan desteser dikin
Peykerê Wetenî hilweşandin û milkên sivîlan desteser dikin
Peykerê Wetenî hilweşandin û milkên sivîlan desteser dikin
Peykerê Wetenî hilweşandin û milkên sivîlan desteser dikin
15 gulan, 2018   11:20

BASIL REŞÎD – ELÎ GEDRO / EFRÎN

Li gorî çavkaniyên taybet li Efrînê ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re ragihandin ku komên çete yên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê navên tabûrên xwe li ser mal û milkên welatiyên sivîl dinivîsin û bi vê yekê desteser dikin. Ango li ser mal û dukanan navên weke "Ehrar El-Şam", "nêzîkbûn qedexe ye", "Hêza Sultan Murad", "Ebû Ehmed El-Cebûr", "Tugaya Ebû Mirhî", "Ehrar El-Şerqiyê" û hwd... nivîsandine.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê her wiha peykerê Kawayê Hesinkar ku sembola azadiya gelan e hilweşand. Her wiha peykerê kesayetê niştimanî Ehmed Hibo (Wetenî) hilweşand. Her wiha herdu peykerên sembola YPG û YPJ'ê yên li qada Şehîdan şikandin û hilweşandin.

ANHA'yê hin dîmenên taybet bi dest xwe ve anîn û têde asta hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê diyar dibe.

(jh)

ANHA