Fermandarekî QSD′ê: DAİŞ di dorpêçê de ye

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ismaîl Ebdullah da zanîn ku QSD′ê di pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de 21 km rizgar kirin û wiha got, ″Pêngava Bagera Cizîrê dê bidome heta tevahî rojhilatê çemê Firatê ji DAIŞ′ê were paqijkirin.

Fermandarekî QSD′ê: DAİŞ di dorpêçê de ye
13 gulan, 2018   06:31

AZAD SEFO-EMAR XELEF / DÊRAZOR

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ismaîl Ebdullah diyar kir ku QSD′ê bi koordîneya bi artêşa Iraqê û Koalisyona Navneteweyî re pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê didomîne, da tevahî gundewarên rojhilatê Firatê û sînorê Sûriye-Iraqê ji DAIŞ′ê were rizgarkirin. 

Ebdullah diyar kir ku şervanên QSD′ê 1′ê Gulanê pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê dest pê kirin û heta niha 21 km li ser sînorê Sûriye-Iraqê ji DAIŞ′ê rizgar kirine. 

Ebdullah destnîşan kir ku piştî şervanên QSD′ê gihîştin gundê Baxoz û hemû herêmên rojhilatê çemê Firatê yên di destê DAIŞ′ê de dorpêç kirin û wiha domand, ″Gundê Baxozê xwedî girîngiyeke stratejîk e û riya sereke ya gihandina navçeya Hecîn (barageha dawî ya DAIŞ′ê li ser sînorê Sûriye-Iraqê û rojhilatê Firatê) e.″

Ebdullah got ku QSD′ê û artêşa Iraqê di şerê li dijî DAIŞ′ê de di nava koordîneyê de ne û da zanîn ku sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de ji herdû aliyan ve li hember êrîşên DAIŞ′ê tê parastin. 

Fermandar Ismaîl Ebdullah di dawiya axaftina xwe de got ku Pêngava Bagera Cizîrê berdewame heta tevahî herêmên rojhilatê Firatê û sînorê Sûriyê-Iraqê bi temamî ji DAIŞ′ê were paqijkirin.

(mm)

ANHA