ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.05.2018
13 gulan, 2018   04:00

*Şopandina pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê û sînorê Sûriyê-Iarqê ji çeteyên DAIŞ′ê.

*Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ismaîl Ebdullah da zanîn ku QSD′ê di pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de 21 km rizgar kirin û wiha got, ″Pêngava Bagera Cizîrê dê bidome heta tevahî rojhilatê çemê Firatê ji DAIŞ′ê were paqijkirin.″ (BI WÊNE Û DÎMEN)

 *Mirîcana yekem a Çand û Hunerê ya dibistanên Kantona Qamişlo didome. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Kongreya Star di çarçoveya pêvajoya duyem a kampanya ″Jin ji bo Efrînê serî hilde″ de bi jinên gundê Kefer Naya re dicive. Saet 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN 

*Di demekê ku Rûsya, Tirkiyê û Îranê demgorafiya Sûriyê diguherin QSD'ê li gundewarê Dêrazorê pêş de diçe. Di Haştaga TAMAM de bi mîloyanan xwest ku Erdogan biçe. Her wiha vekişandina Amerîka ji peymana nûklerî û hilbijartinên Iraq û Lubnanê mijarê sereke yên hefteya derbasbûyî yên rojnameyên Erebî bûn.

*Pêngava Bagera Cizîrê ku bi QSD′ê bi koordîneya bi artêşa Iraqê û koalisyona navneteweyî re daye destpêkirin bi hemû hêza xwe didome. Kamera ANHA′yê koordîneya di navbera QSD′ê û artêşa Iraqê de şopand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 POLÎTÎKA

*Hevserokê Partiya Aştî ya Kurdistanê Talal Mihemed diyar kir ku hilbijartinên li welatên Rojhilata Navîn têne lidarxistin, ne demokrasî ne û destnîşan kir ku desthildar bi van hilbijartinan dixwaz in desthildariya xwe xurtir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN   

*Welatiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku beriya aloziyê di kargehên nitirê û werşeyên dirşûnê de dixebitîn, bi armanca geşkirina boriya herêmê û peydakirina derfetên kar, jinûve dest bi vekirina kargeh û werşeyên xwe kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Gelek taxên bajarê Reqayê ji ber tunebûna elektrîkê zehmetiyan dibînin. Komîteya Elektrîkê jî tevî derfetên kêm xebatên sererastkirina stasyonên elektrîkê didomîne, da elektrîk bigihêje hemû malên Reqayê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Sala xwendinê ya 2017-2018′an li piraniya kantonên Bakurê Sûriyê serkeftî bi dawî bû. Li Kantona Efrînê jî ji dagirkeriya Tirk xebatên perwerdey6ê asteng bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA