Nikare zarokê xwe yê astengdar derman bike!

Jina ji pêkhateyên ereb a bi navê Necah El-Şêx ji mala xwe ku beriya sê salan li Efrînê lê bi cih bibû, koçber bû. Niha jî ji ber dewleta Tirk a dagirker nikare zarokê xwe ya biçûk ku pêwîstiya wê bi emeliyatê heye, derman bike.

Nikare zarokê xwe yê astengdar derman bike!
Nikare zarokê xwe yê astengdar derman bike!
Nikare zarokê xwe yê astengdar derman bike!
11 gulan, 2018   07:31

BASIL REŞÎD-HENAN MIHEMED / ŞEHBA

Bi hezaran welatiyên ji ber şerê li gelek deverên Sûriyê naçar man malên xwe terik bikin li Efrînê bi cih bibûn. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20'ê çile de êrîşî Efrînê kirin û welatiyên sivîl kirin hedef. Welatiyên Efrînê û welatiyên koçber neçar man, dest ji malên xwe berdin.

Jina ji pêkhateyên ereb Necah El-Şêx  (41) ya ji gundê Um El-Qeramîl ya ji navçeya Til Deman a başûr-rojhilatê Helebê ye, ji ber şer koçber bû û berê xwe da Efrînê. Sê salan li Efrînê bi malbata xwe re jiyan, lê piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ketin Efrînê, dev ji mal û hemû milkên xwe berda û berê xwe da Şehbayê.

Ncah bi 7 zarokên xwe ve li Şehbayê dimîn in. Di nava zarokên wê de yek astengdar heye.  Necah da zanîn ku kurê wê yê astengdar Osman (10) di dema jidayîkbûnê de ixtîlac pê re çêdibe, ji hiş dikeve û nema dikare tevbiger e.

Necah da zanîn pêwîstiya kurê wê Osman bi emeliyatê heye û wiha dom kir: "Divyabû beriya niha bi 2 mehan emeliyat ji destê wî re hatiba çêkirin. Lê ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê emeliyat ne hat çêkirin û niha nikare dermankirina wî bidomîn e. Dema em li Efrînê bûn, derman hebû û me ilaca Osman li nexweşxaneya Avirîn pêk tanî. Lê niha rewşa kurê min giran e. em nikarin dermanan jê re peyda bikin."

Necah di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew hêvî dike ku careke din bi şêniyên Efrînê vegere warê xwe, her wiha ji rêxistinên navdewletî jî daxwaz kir ku alîkariya wan bikin, da ku karibe kurê xwe derman bike.

(dc)

ANHA