YPG: Li Efrînê 15 leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin

Çalakiyên YPG‘ê yên li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker didome. YPG‘ê ragihand ku di nava 9 rojan de 15 leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û herî kêm 5 jî birîndar. 

YPG: Li Efrînê 15 leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin
11 gulan, 2018   08:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG‘ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 9 rojan a çalakiyên şervanên YPG û YPJ‘ê yên li dijî arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên xwe didomînin.  Di encama çalakiyên hêzên me yên di navbera 29’ê Nîsan û 8’ê Gulanê de, 15 leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 5 çete û leşker jî brîndar bûn.

 Encamên çalakiyên hêzên me wiha ne:

1) Di dîroka 29’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî li herêma navçeya Mabeta û hawirdorê wê operasyoneke berfireh lidar xistin. Operasyon bê encam ma û paş de vegeriya.

 2) Di 30’ê Nîsanê de li herêma di navbera gundên Kefermezrê û Meraskê yên girêdayî navçeya Şera de di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de pevçûneke demkurt qewimî, di encam de du çeteyên artêşa dagirker brîndar bûn û leşkereke artêşa Tirk a dagirker hate kuştin.

3) Di 3’ê Gulanê de, di çalakiyeke ku ji alî hêzên me li hember yekîneyên artêşa dagirker yên li taxa Mehmûdiyê hat lidar xistin de herî kêm leşkereke Tirk hate kuştin, 2 jî brîndar bûn.

4) Di 5’ê Gulanê de li ser Çiyayê Hawar artêşa Tirk a dagirker 3 êrîşên hewayî pêk anî lê encamek ji van êrîşan negirt.

5) Di 5’ê Gulanê de hêzên me, li herêma di navbera gundên Basûfanê û Behiyê yên girêayî navçeya Şêrawa de kemînek li hember çeteyên artêşa dagirker danîn. Di encama çalakiyê de di hundirê seyareyeke leşkerî de 4 çeteyên Ehrar Şerqiyye û herwiha leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker tevî çeteyên xwe êrîşî niştecîhên gundên herêmê kir.

6) Di 5’ê Gulanê de li navenda navçeya Cindirêsê li hember çeteyên Ehrar Şerqiyye çalakiyek hat lidar xistin û di encam de 3 çete hatin kuştin. Du çeteyên ku navên wan hatin zelalkirin:  Elî Elderî û Mistefa el-Xelîl in.

7) Di 6’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve li derdora bajarê Efrînê operasyonek lidar xist. Di nav operasyonê de 5 hemwelatiyên Efrînê ku di nav de jin û zarok jî hene, ji alî çeteyan ve hatin revandin.

8) Di 8’ê Gulanê de, hêzên me li hember Tumena 23. ya li ser rêya di navbera Cindirêsê û gundê Hemamê de ye çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de 4 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû. Hate zelal kirin ku ji çeteyên hatine kuştin yek bi navê Xelîl Sahîd ku ji Xaba ye, Mihemed Abdul Casim jî ji Seraqîba Idlîbê ye. Herwiha çeteyê ku brîndar xelas bû jî li nexweşxaneya leşkerî ya li navçeya Cindirêsê tê derman kirin û rewşa wî giran e. Dîsa di heman rojê de li derdorê gundê Dêrbelûtê leşkerekî artêşa Tirk a dagirker di encama sûîkastê de hate kuştin.

Di encama çalakiyan de li herêma Efrînê di nav 9 rojan de 15 leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, bi qasî ku hat zelalkirin 5 çete û leşker jî brîndar bûn. Bi vî awayî hejmara kuştiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wêji destpêka êrîşên dewleta dagirker heya niha bû 2436."

ANHA