Piştî çalakiya gerîla balafiran girê Lêlîkan bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, piştî çalakiya mezin ku gerîlayên HPG/YJA Star îro li girê Lêlkan li dijî leşkeran pêk anîn, 4 caran girê Lêlkan bombebaran kirin. Hat ragihandin ku cihên hatine bombebarankirin, pir nêzî leşkeran e.

Piştî çalakiya gerîla balafiran girê Lêlîkan bombebaran kir
10 gulan, 2018   10:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên HPG/YJA Star îro saet derdora 10.00’an de ji 8 aliyan ve li hemberî leşkerên Tirk ên li ser girê Lêlkanê bicîh bûne, çalakiyek mezin lidar xist.

Li gorî çavkaniyên herêmê gerîlayan di çalakiyê de ji 6 aliyan ve bi çekên ferdî, çekên navîn çekên suîkastê derbeyên giran li leşkeran xistine.

Gerîlayan her wiha ji 2 aliyan ve jî bi çekên giran li noqteyên leşkeran xist.

Piştî çalakiyê balafirên şer ên artêşa Tirk saet derdora 13.10’an de girê Lêlkan bombebaran kir. Çavkaniyên li herêmê ragihandin ku balafiran 4 caran girê Lêlkan bombebaran kiriye û cihên hatine bombebarankirin, pir nêzî leşkerên Tirk in.