Çete îdîayên xwe derew derdixînin

Hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê roj bi roj eşkere dibe. Li Efrînê rûxandina binsaziya herêmî û guhertina demografî, girtî û reveandin didome. Dagirkeran bi dîmenek ku li ser hesabên xwe yên tevna civakî belav kirine îdîayên xwe derdew derdixînin.

Çete îdîayên xwe derew derdixînin
Çete îdîayên xwe derew derdixînin
Çete îdîayên xwe derew derdixînin
Çete îdîayên xwe derew derdixînin
Çete îdîayên xwe derew derdixînin
Çete îdîayên xwe derew derdixînin
Çete îdîayên xwe derew derdixînin
10 gulan, 2018   11:25

ROJ MÛSA / NAVENDA NÛÇEYAN

Binpêkirinên li Efrînê yên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomin.

16‘ê Adarê de, dagirkeriya Tirkiyê bi balafirên tîpa  F-16 nexweşxaneya Avirîn a sivîlan hedef girt. Di encamê de 6 sivîl ên ku ji ber êrîşên dagirkeran birîndar bûn, şehîd bûn.

Saziyên ragihandinê yên girêdayî AKP‘ê di weşaneke zindî ji Serokê Desteya Erkan a artêşa Tirkiyê hedefgirtina nexweşxaneya Avirîn red kiribûn û dîmenek ji çapxaneya li nêzî nexweşxaneyê  kişandibû û diyar dikir ku nexweşxane nehatiye hedefgirtin.

Di du rojên derbasbûyî de çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser hesabên xwe yên tevna civakî dîmeke ku çete di hundirê nexweşxaneya Avirîn digerin, belav kirûbn.

Di dîmen de, diyar dibe ku nexweşxaneya ji 3 qatan, zêdeyî 10 beşdan û derdora 60 odeya pêk dihat  tevî alavên xwe hatine xirabkirin. Dîmenê ku hate weşandin hemû îdîayên Tirkiyê yên derbarê nexweşxaneyê Avirîn de derew derdixîne.

Di dîmen de, çeteyek di axivîne û buhayek ji her alaveke ku piştî hatiye xirabkirin diyar dike, her wiha dibêje ku ew ê alavên nexweşxaneyê bifiroşin, ango ew ê bidizin û derbasî Tirkiyê bikin wekî çawa dema kargeh û nexweşxaneyên bajarê Helebê talankirin.

Li Efrînê, rewşa tenduristiyê rastî astengiyan tê, artêşa Tirk li fêrbûna zimanê Tirkî li kadoriyên tenduristiyê feriz kirine û nexweşxaneya Dêrsim girtine.

(bb)

ANHA