Barana duh ziyan da zeviyên herêmê

Ji ber barana zêde ku duh li herêma Kermê ya Reqayê bariya, gelek ziyan di zeviyên welatiyan de çêbû, her wiha gelek rê ji ber lihiyê hatin girtin.

Barana duh ziyan da zeviyên herêmê
Barana duh ziyan da zeviyên herêmê
Barana duh ziyan da zeviyên herêmê
9 gulan, 2018   09:20

REQA

Duh baraneke zêde li Bakurê Sûriyê bariya.  Li herêma Keramê ya Reqayê jî baran pir dijwar bû. Di encamê de lehî çêbû û avek zêde herikî.

Ji ber lehiyê û barana zêde gelek zirar di zeviyên herêmê de bi taybet zeviyên ceh û genim de çêbû.

Di heman demê de barana ku ne dihat payîn di vê demê de bibare, bû sedema ku gelek rê werin girtin.

(dc)

(ANHA)