Partîzan: Di hilbijartinan de em ê bi HDP’ê re bin

Partîzanê diyar kir ku di hilbijartina 24’ê Hizîranê de ew ê piştgiriyê bidin HDP`ê û Selahattîn Demîrtaş.

Partîzan: Di hilbijartinan de em ê bi HDP’ê re bin
8 gulan, 2018   06:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Partîzanê, AKP`ê ji sala 2002`an û vir ve nelirêtî û gendeliya herî mezin dike û hejariyê kûrtir dike.

Partîzanê diyar kir ku AKP`ê derbeyên herî mezin li karkeran dixe û qala êrîşên li ser gelê Kurd, Ermen û Rûman kir.

Partîzanê têkildarî helwesta xwe ya hilbijartinê jî ev tişt diyar kir"Di hilbijartinên 24`ê Hizîranê de ji bo ku em karibin faşîzmê hilweşînin pêdiviya me pê heye ku em enî û bereya demokrasiyê berfireh bikin. Navnîşana vê pêdiviyê jî HDP`ê ye, ya ku tifaqên faşîst dixwaze wê di binê bendê de bihêlin. Ji ber vê sedemê jî di hilbijartina 24`ê Hizîranê de em ê di nav tifaqa HDP`ê de bin û em ê piştgiriya Selahattîn Demîrtaş bikin ê ku namzetê serokkomariyê ye."