NH: Şerê li Sûriyê berdewame, ihtîmale li Idlibê gûr bibe

Şefê Mîsyona Alîkariya Sûriyeyê ya NY Jan Egeland Jan Egeland ragihand ku li Sûriyê hêj şer neqediya ye û pêdivî bi alîkariya mirovî heye.

NH: Şerê li Sûriyê berdewame, ihtîmale li Idlibê gûr bibe
4 gulan, 2018   12:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Jan Egeland li bajarê Cenvere li ser pirsê rojnamevan got: “Şerê li Sûriyaye hîna neqediya ye. Lê mirov difikirin ku qediya ye. Tirsa min ev e. Raste li Xûta Rojhilat û Yarmûkê şer qediya lê niha derbasî deverên din bû û dewam dike.”

Egeland anî ziman ku ji zêdeyî 7 salan ve bi mîlyonan sivîl di dorpêçê de ne û hejmareke mezin ji herêmên şer xwe li kampan girtin û îşaret bi Idlibê kir ku hejmara herî mezin akoçberan li wir e.

Jan Egeland hişyariya ku şer li Idlibê rû neke kir û got, "Nabe ku li Idlibê şer biqewime, ez vê yekê ji Rûsya, Îran, Tirkiyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û çi hêzek xwedî bandor re dibêjin."

Jan Egeland her wiha ji bo parastina sivîlan banga danûstadinan kir.

Egeland got ku derdora 11 hezar Sûrî hîna di dorpêçê de ne, zehmet alîkarî bighêjewanû derdora 2 mîlyonan kesî.