Ji ‘şerî’ peydekirina xêrê

Ji ‘şerî’ peydekirina xêrê
3 gulan, 2018   07:15

Dibêjin di her kar û emelî de xêrek heye. Dijminatiya li dijî Kurdan a faşîzma AKP-MHP ya van salên dawiyê jî bi xwe re encamên bi xêr tîne. Partiyên ji Bakurê Kurdistanê ku heta roja me ya îro nikarîbûn bên cem hev, di hilbijartinan de wê bên ba hev. Ev rewş xwedî maneyeke ji tifaqa hilbijartinan û wê de ye. Siyaseta herî sereke ya wan kesan ku qirrkirin li ser Kurdan tetbîq dikirin û hîna dikin, bûye parçekirina Kurdan. Desthilatdariya AKP´ê jî dîn bi kar tîne û xwe disipêre peywendiyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, û bi vî rengî di nava Kurdan de parçebûnekê derdixist holê. Bi rola xwe ya di dagirkirina Kerkûkê de, dagirkeriya li Efrînê, şewitandin û hilweşandina bajarên Kurdan, bi qeyûman dagirkirina şaredariyan, êrişa li dijî xebatên ji bo çand û zimanê Kurdî yên rêveberiyên herêmî, ji holê rakirina xebatên elaqedarî jinê, kiriye ku karekterê dijminê Kurdan ê AKP´ê raxistiye ber çavan. Vê yekê kir ku Kurd, pê re partiyên siyasî yên Kurdan li dijî AKP´ê bibin xwedî helwêst.

Îfadeya pêşî ya vê helwêstê wê di hilbijartinên 24´ê Hezîranê de bê dîtin. Ev partiyên Kurd ên ku heta roja îro têkiliyên wan bi AKP´ê re hebûn, deng dane AKP´ê, niha meyla destekkirina HDP´ê xwe li cem wan dide der. AKP ji bo ku ev partî ji nû ve deng bidinê bikeve nava hin hewldanên cihê jî, zehmet e ku encamekê bi dest bixe. Di vê qonaxa em gihiştinê de, ne mewzûbehs e ku PDK jî destekê bide AKP´ê. Lewma destekkirina AKP´ê ya ku dijminatiya wê ya beramberî Kurdan lê eşkere bûye, wê herî zêde zirarê li PDK´ê bike.

Bi vî rengî, partiyên li Bakurê Kurdistanê wê ne tenê tifaqeke hilbijartinan bikin. Ew ê di heman demê de ber bi yekîtiya navmala Kurdan de jî gaveke girîng biavêjin. Jixwe, di Newrozê de helwêsteke hevpar nîşan dan û ev destpêkeke girîng bû. Di hilbijartinan de ev li hev nêzîkbûn dema veguherî tifaqê, di warê debirîna birîneke li Kurdistanê de wê gaveke girîng hatibe avêtin.

AKP’ê li Kurdistanê qederê ji sedî 25 - 30´î deng distand. Ev deng distandin, hem bi îstîsmara dîn û hem jî têgihiştineke wisa çêdikir ku dibe ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavan biavêje. Niha rewşeke AKP´ê nemaye ku dîn îstîsmar bike. Îro yê ku dijminatiya herî mezin a li dijî dîn dike, Tayyip Erdogan e ku dîn veguherandiye amûreke milliyetperestî, şovenîzm û qirrkirinê. Derdorên Îslamî pirr ji şêwazê îstîsmara dîn a Tayyip Erdogan aciz in. AKP halê hazir partiyeke dînperest, milliyetperest a dijminê Kurdan e. Wê dîn veguherandiye cîlaya milliyetperestiyê. Bawermendên bi rastî vê rewşê weke êrişeke li dijî Îslamê dibînin. Ji ber vê yekê derdorên dîndar roj bi roj ji AKP´ê bi dûr dikevin. Li aliyê din, em bela xwe ji avêtina gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd vekin, berevajî vê, êdî hatiye dîtin ku AKP li dijî Kurdan siyaseta qirrkirinê bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê, qismekî mezin ê Kurdên ku li Kurdistanê dengê xwe didan AKP´ê, di 24´ê Hezîranê de di serî de HDP wê berê xwe bidin meyilên din.

Herçî partiyên siyasî yên Kurd in, divê ew qutbûna Kurdan ji AKP´ê baş binirxînin. Kurd û partiyên Kurdan ên ku berê dengê xwe didan AKP´ê, ji AKP´ê qut bibin û berê xwe bidin xeta welatparêz û demokrat, ev ê têkoşîna Azadiya Kurdistanê xurt bike. Lewma, girîng e ku ew rewşa ku siyasetên dijminê Kurdan ên faşîzma AKP-MHP´ê afirandî baş bê nirxandin. Firsendeke dîrokî peyde bûye ji bo ku siyasetên esasê wan parçekirina Kurdan e, di dîrokê de bên hiştin. Di serî de HDP û DBP, divê tevahiya partiyên Kurd û rêxistinên civaka sivîl baş binirxînin.

Cerdevanên ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê tên bikaranîn jî divê ji siyasetên dijminê Kurdan dersan derxin. Jixwe, qismekî cerdevanan ji bo ku nebin amûrê siyasetên desthilatdariya AKP´ê ev deh sal in ku hestiyar bûn. Ev pêkanînên van salên dawiyê wê qismekî mezin ê cerdevanan ji faşîzma AKP-MHP´ê dûr bixe. Van demên dawiyê, hewl didin zextê li cerdevanan bikin û wan li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bidin şerkirin. Em zext û pêkanînên bi vî rengî dibînin. Lê belê ciwanên nû digihin ên eşîrên cerdevanan jî ji siyasetên desthilatdariya AKP-MHP´ê aciz in. Jixwe, herçî jin û keçên di nava malbatên cerdevanan de ne, ji mêj ve dildarên HDP´ê ne.

HDP, DBP û partiyên din ên Kurdan di vê qonaxa em tê de bi berpirsiyariyeke dîrokî re rûbirû ne. Divê ew li dijî faşîzma AKP-MHP´ê ya ku ji faşîzma 12´ê Îlonê bêhtir siyaseta qirrkirin û kokanînê dimeşînin, bibin xwedî helwêst. Di vê demê de ew ê ku li dijî faşîzma AKP-MHP´ê nikarîn bibin xwedî helwêst, wê ileh bi destê gelê Kurd û dîrokê bên dadgehkirin.

Heger partiyên siyasî yên Kurd li hemberî siyaseta qirrkirinê ya faşîzma AKP-MHP´ê bibin xwedî helwêsteke hevpar, hingê ew ê armancên wan kesên ku siyaseta parçekirina Kurdan bi rê ve dibin, berepaş bikin. Bi vî rengî ji xirabiyê wê xêrek bê peydekirin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka / Salih Cûma Pîr