Jiyana gelê Efrînê ji ber mayînin di xeteriyê de ye

Bi hezaran şêniyên Efrîn di encama dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji xaka xwe berdin û werin herêma Şehba, niha jî ji ber mayînên çeteyên DAIŞ`ê jiyana wan di xeteriyê de ye.

Jiyana gelê Efrînê ji ber mayînin di xeteriyê de ye
Jiyana gelê Efrînê ji ber mayînin di xeteriyê de ye
Jiyana gelê Efrînê ji ber mayînin di xeteriyê de ye
Jiyana gelê Efrînê ji ber mayînin di xeteriyê de ye
3 gulan, 2018   07:27

SOLÎN REŞÎD-CAFER CAFO / ŞEHBA

Çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên girêdayî Tirkiyê dema ku herêma Şehba dagirkiribûn, mayîn li herêmê bin erd kiribûn û şêniyên Efrînê yên li herêma Şehba bi cih bûn di encama teqîna mayînan de jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî hejmariya ajansa me ANHA`ê ji nexweşxaneya Avrîn û Heyva Sor a Kurd girtî ji destpêka hatina gelê Efrînê li herêma Şehba û heyanî niha 14 sivîl jiyana xwe ji destdane û 38 sivîl jî birîndar bûn.

Di vê çarçevê de Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Emar Mihemed anî ziman ku gelê Efrînê li gundên kantona Şehba bi cih bûn û di encama teqîna mayînên çeteyên DAIŞ`ê de 14 sivîlan jiyana xwe ji destdan û 38 sivîl jî birîndar bûn.

Her wiha Mihemed anî ziman ku li kantona Şehba nexweşxane nînin û derfetên wan gelekî kêmin ew nikarin sivîlên birîndar ji mirine rizgar bikin û heyanî niha çend sivîlên birîndar jiyana xwe ji dest dane.

Mihemed anî ziman ku ew sivîlên birîndar ên ku rewşa wan giran be rêdikin nexweşxaneyên Helebê.

Di nava gotinên Mihemed hat gotin ku di encama mayînên çeteyên DAIŞ`ê de ji gundê Qestel Cindo malbatekê bi temamî jiyana xwe ji dest dan û tenê zarokeke 3 salî ya wê malbatê ji mirine filitî.

Mihemed anî ziman ku gurûpên paqijkirina mayînan xebitîn ku herêmê ji mayînan paqij bikin lê bele derfetên di destê wan de têrê nekirin û niha jî sivîl di encama teqîna wan mayînan de jiyana xwe ji dest didin an birîndar dibin.

Welatiyê bi navê Şaban Silêman ê ji gundê Kefer Zeyte yê girêdayî herêma Cindirêsê diyar kir ku ew li gundê Til Şeîr ê navçeya Fafînê bi cih bûn û mayîn bi kurê wî yê 14 salî de teqiya.

Kurê Silêman di encama teqîna mayînê de ji lingê xwe giran birîndar dibe. Heyva Sor a Kurd wî radikin nexweşxaneya herêma Zehrai û heyanî niha birîna wî tê derman kirin.

Her wiha ciwanê bi navê Berxwedan Reşo (26) jî got dema ew hatine li gundê Til Qerah bi cih dibin mayîn bi wî de diteqê û birîndar dibe.

Şêniyên Efrîne û Heyva Sor a Kurd ji rêxistinên paqijkirina mayînan xwestin ku herêma Şehba ji mayînan paqij bikin û jiyana sivîlan biparêz in.

(np)

ANHA