Gelê Helebê û Efrînê Cejna Kedkaran pîroz kirin  

Şêniyên bajarê Helebê û şêniyên Efrînê li kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê Cejna Kedkaran pîroz kirin.

Gelê Helebê û Efrînê Cejna Kedkaran pîroz kirin  
Gelê Helebê û Efrînê Cejna Kedkaran pîroz kirin  
Gelê Helebê û Efrînê Cejna Kedkaran pîroz kirin  
Gelê Helebê û Efrînê Cejna Kedkaran pîroz kirin  
Gelê Helebê û Efrînê Cejna Kedkaran pîroz kirin  
Gelê Helebê û Efrînê Cejna Kedkaran pîroz kirin  
Gelê Helebê û Efrînê Cejna Kedkaran pîroz kirin  
Gelê Helebê û Efrînê Cejna Kedkaran pîroz kirin  
Gelê Helebê û Efrînê Cejna Kedkaran pîroz kirin  
1 gulan, 2018   18:54

HELEB/ŞEHBA

Li bajarê Helebê şahiya pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Kedkaran bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de bi dehan welatî amade bûn. 

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevşaredara Gel Velentîna Ebdo û Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Pêşerojê ya Helebê Mihemed Hecî axivîn. 

Axaftvanan roja 1ʹê Gulanê li tevahî kedkarên cîhanê pîroz kirin û dane zanîn ku ew rojeke dîrokî ye. Her wiha gotin ku welat bi keda kedkaran tên avakirin. 

Piştre koma Şehîd Zehredîn a YCRʹê û koma Şehîd Serhed hunerên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi stranên şoreşgerî bi dawî bû. 

Li kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê jî, gelê Efrînê bi boneya Cejna Kedkaran şahî li dar xistin. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre koma Çiyayê Mîra ya TEV-ÇANDʹê ya Racoyê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. 

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 

(mm)

ANHA