‘Em ê heyanî serkeftinê li ber xwe bidin‘

Jinên Efrînê ku tevlî xwepêşandanê bûne helwestê xwe li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê anîn ziman û gotin:‟ Em dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê qebûl nakin”.

‘Em ê heyanî serkeftinê li ber xwe bidin‘
30 nîsan, 2018   11:55

ELÎ KEDRO - SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê û Şehba ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û polîtîka guhertina demografiya Efrînê rabûn xwepêşandanê.

Di xwepêşandanê de jinên Efrînê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ya Efrînê helwesta xwe diyar kirin.

Welatiya bi navê Sultana Şikrî anî ziman ku îro hemû şêniyên Efrînê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê rabûn xwepêşandanê û wiha got:‟ Em ti carî li hemberî dagirkeriya Tirkiyê serî natewînin û bang li tevahiya cîhanê dikin ku dengê gelê Efrînê bibhîzin”.

Sultana Şikrî di dawiya gotinên xwe de anî ziman ku ew ê heyanî serkeftine li ber xwe bidin.

Ferîda Hiso jî got:‟ Em xwediyê Efrînê ne û em xaka xwe ji kesî re nahêlin”.

Her wiha Ferîda Abdullah got:‟ Hemû dewletan li êrîşa ser Efrînê nêrîn û bêdeng man, niha jî demografiya Efrînê ji aliyê dagirkeran ve tê guhertin û dîsa hemû dewlet bêdeng mane”.

Ferîda Abdullah anî ziman ku ew ê li hemberî hemû komployên li ser Efrînê li ber xwe bidin û ew ê di bin alên YPJ/YPG`ê vegerin Efrînê”.

(np)

ANHA