Li Kobanê şehîdên meha Nîsanê hatin bîranîn

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê serdana goristana Şehîd Dicle kirin û gorên şehîdên meha Nîsanê bi findan xemilandin.

Li Kobanê şehîdên meha Nîsanê hatin bîranîn
29 nîsan, 2018   18:55

KOBANÊ

Girseya gel berê xwe dan goristanê û şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê de şervanên YPG/YPJʹê, endamên Saziyên Civaka Sivîl û Hevserokatiya Meclîsa TEV-DEMʹê Eyşe Efendî û Ehmed Şêxo amade bûn. 

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya PYDʹê Fethî Şefqet axivî û da zanîn ku desteftiyên Rojava-Bakurê Sûriyê û jiyana hevbeş bi saya fedekariya şehîdan pêk hat. 

Di dawiyê de dayîk û zarokên şehîdan gorên şehîdên xwe bi findan xemilandin û şêranî li beşdaran belav kirin. 

(mm)

ANHA