Greva kasibkarên Rojhilatê Kurdistanê di roja 14‘an de berdewam dike

Girava esnaf û kasibkarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî biryara girtina sînoran di roja 14’an de berdewam dike.

Greva kasibkarên Rojhilatê Kurdistanê di roja 14‘an de berdewam dike
28 nîsan, 2018   11:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro greva esnaf û kasibkarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara girtina sînor û bilindkirina nirxê gomrikê ya hikûmeta Îranê di roja 14’an de dewam dike.

 Greva kasibkar û esnafan bi pêşengiya bajarê Bane û Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê destpê kir û piştre belavî bajarên Merîwan, Seqiz, Pîranşar û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê bûn.

 Hikûmeta Îranê ku heya niha ti bersivek nedaye kasibkar û esnafên Rojhilatê Kurdistanê û zexta li ser gel zêdetir kiriye. Gel jî êdî bawerî bi sozên hikûmetê nemaye û daxwaza vekirina sînoran ji bo kasibkaran dikin.

 Ji ber girtina sînoran, kolber neçarin di rêyên asê û metirsîdar re çûn û hatinê bikin. Her wiha dibine hedefa êrîşên hêzên Îranê, yan jî di encama bûyerên sirûştî de birîndar dibin an jî jiyana xwe ji dest didin.

 Şevê din jî raya giştî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê gava piştgiriya ji bo greva kasibkaran ragihand û bêdengiya hikûmetê li hemberî daxwazên gelê Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir.