Rojeva rojnameyên Erebî..

Di çend rojên li pêş derbarê aloziya Sûriyê civînên herêmî û navdewletî bêyî beşdarkirina aliyên Sûr, têne lidarxistin. Tê gotin ku Serokê AKP‘ê ditirse ku mûxalifê wî Abdullah Gul xwe ji bo hilbijartinan hilbijêre.

Rojeva rojnameyên Erebî..
24 nîsan, 2018   08:33

NAVNEDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di weşanên xwe yên îro de, mijarên girêdayî aloziya Sûriyê û civînên di bin navê çareserkirina aloziyê, pêşketinên di aliyê meydanî de, her wiha hilbijartinên Iraqê û hilbijartinên pêşxwest ên Tirkiyê û rewşa Yemen û Filistînê vegotin.

Civînên bê encam

Rojnameyên Erebî, wekî her car aloziya Sûriyê û civînên ku bi navê çareseriyê têne lidarxistin, girt dest. Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Neteweyên Yekbûyî çareserkina aloziya Sûriyê bi serkeftina Cinêvê ve girê dide û Rûsya dest ji encamên Sochi bernade" weşand û  got "Serokê Rûsya Vlademre Putin û Serokê Fransa Emmanul Macron bi riya telefonê peywendî çêkirin û li hev kirin ku xebatên hevbeş ên ji bo danûstandinên aştîyane derbarê aloziya Sûriyê û li gorî biryara navdewletî ya 2254 û berdewam bikin û encamên Sochi ber çavan derbas bikin. Sekertêrê Giştî yên Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutters li Stokholme diyar kir ku çareseriya siyasî bi serkeftinên danûstandinên Cinêv ve girêdayî ye."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî nûçeyek bi sernavê "Sûriyê di aliyê hevdîtinên payebilindan de li pêş e.. Rûsyê li benda encamên êrîşê ye" weşand. Di nûçeyê de tê gotin, "Dosyaya Sûriyê di aliyê têkiliyên doplmasî de di navbera dewletên herî mezin û herêmî di asta herî jor de ye. Texmînên kêm hene ku Nûnerê Giştî yê Navdewletî Stffan De Mistura wê karibe danûstandinên Cinêvê vejîne, an jî komîteyeke desturî beriya encamên êrîşa sê alî ya li ser bargehên hikûmeta Sûriyê derkeve ava bike."

Di berdewama nûçeyê wiha tê gotin, "Ev peywendî; civînên wezîrên derve yên 7 welatên herî mezin li Keneda, civîna 5 alî di navbera Birîtanya, Fransa, Siûdî, Urdun du sibe, civîna nûnerê 15 welatên Konseya Ewlekariyê li Siwêdê, civîna wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiyê, Îran hefteya yekemîn a meha pêş û civîna Serokên Amerîka Donald Trum û Fransa Emmnul Macron."

Rojnameya El-Ereb jî nûçeyek bi sernavê " Bruksel 2 fersendeke ji bo Rûsiya û Îran e ku aloziya Sûriyê siyasî were çareserkirin" weşand. Li gorî nûçeyê "Roja sêşemê Kongreya Navdewletî ya Bruksel 2 ya ji bo piştgiriya bi Sûriyê pêşerojê dest pê dike. Giraniya nîqaşên kongre ji bo komkirina alîkariyên ji bo sivîlên Sûriyê ye. Di kongre de dê 85  rêxistin beşdar dibin û bi hêvî ne ku 6 mîlyar dolar were berhevkirin."

Wargeha Yermûk tê topbarankirin

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa meydanî li Sûriyê, nûçeyek bi sernavê "Rêjîma Sûriyê bi lez çekdarên opozisyonê ji bakurê Sûriyê û başûrê Hemayê derdixîne" û rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Hêzên rêjîmê topbarana Wargeha Yermûk didomîne..û metrisî li ser beşdarbûna milîsên Îranê hene" weşandin. Li gorî nûçeya El-Şeriq El-Ewset "Televizyona Sûriyê û Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rêjîmê duh(duşemê) deverek li başûrê Şamê ku çekdar li bi cih dibin topbaran kir. Beşar El-Esed piştî ku Xûtaya Rojhilat bi dest xist, hewl dide deverên nêzî paytextê bigire. "

Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Li Humisê 22 endamên rêjîmê hatin kuştin û opozisyon civîneke Îranî li Laziqiyê dike armanc" weşand. Di nûçeyê de tê gotin ku rêjîma Sûriyê û milîsên wê yên biyanî dema xwestin herêmên stratîjîk li ser riya Humis – Selemiya li gundewarên Humisê bigirin derbeyên mezin xwarin. Çekdarên opozisyonê li Laziqiyê civîneke hêzên ewlekariyê li nêzî bajaroka Kensba yê Cebel El-Ekrad armanc girt û hejmareke fermandarên rêjîmê kuştin û hejmarek din birîndar dikin."

DAIŞ gefan li hilbijartinan dixwe

Derbarê hilbijartinên Iraqê, sernavên cuda derketin, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê " DAIŞ gefan li hilbijartinên Iraqê dixwe" weşand.

Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Serkeftina El-Ebadî girêdayî helwestên Washington, Tehran û El-Necef" weşand û got, "Li gorî berdevkê El-Ebadî; tê texmînkirin hevbendiya El-Nesir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî serkêşiya wê dike di hilbijartinên giştî ku tê payîn 12‘ê Gulanê dest pêk bike, biser keve, li gorî berdevkê El-Ebadî lîsteya El-Nesir ji 329 kursiyan 80 girtiye."

Hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê

Rojnameyên Erebî mijara hilbijartinên pêşwext ên ku Erdogan ragihandiye, girt dest. Derbarê mijarê de Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Gelo wê "Gul li Erdogan li dijî Erdogan derkeve û ew ê qebûl bike ku bibe bernamzetê hilbijartinên serokatiyê?" weşand, her wiha El-Ereb jî sernavê "Gelo wê çawa be ku Abdullah Gul xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê hilbijart" avêt.

Rojnameya El-Ereb di nûçeya xwe de dibêje ku"Serokê Tirkiyê Receb Teyîp Erdogan ditirse ku Abdullah Gul xwe ji bo hilbijartinên pêşwext ên serokatiyê hilbijêre."

Fermandarê Hûsiyan hate kuştin

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameyên Erebî diyar kirin ku fermandarê Hûsiyan Salih El-Semmad hate kuştin, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Di êrîşa koalîsyonê de derbekarê duyemîn ê Hûsiyan hedef girt" weşand, Rojnameya El-Ereb jî sernavê "Kuştina Salih El-Semmad destpêka hilweşandina Hûsiyan e" avêt. Di nûçeyê de tê gotin," Kuştina Fermandarê Hûsiyan Salih El-Semmad derbeyeke mezin ji bo milîstên Hûsiyan bû, ne tenê ji ber ku zilamê duyemîn ê Koma Ensar Allah e, lê belê ji ber ji bo bilindkirina moralê milîsên li eniya El-Hundeyda bû."

31 Filistînî hatin girtin

Girêdayî rewşa Filistînê jî, sernavên cûda derketin pêş, El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Hêzên dagirker li Difa 31 filistnî girtin" weşand. Di nûçeyê de tê gotin" li Difaya rojava leşkerên dagirkeriya Israîl hemleyên girtinê berfireh kir, di nav de zarok 31 filistînî hatin kirin û li gelek deverên din ên Difayê şer rû da, ya herî dijwar li derdora Mizgefta El-Qudis a başûrê bajarê El-Qudis a dagirkirî bû."

(bb)

ANHA