Kampa Til El-Bîa jî di lîsteya kampên jibîrkirî de ye!

Kampa Til El-Bîa ya bakurê bajarê Reqayê yek ji kampên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve haitye paşguhkirin. Ji ber vê yekê koçberên kampê bang li rêxistinan kirin ku destek bidin wan û alîkariya wan bikin.

Kampa Til El-Bîa jî di lîsteya kampên jibîrkirî de ye!
Kampa Til El-Bîa jî di lîsteya kampên jibîrkirî de ye!
Kampa Til El-Bîa jî di lîsteya kampên jibîrkirî de ye!
24 nîsan, 2018   08:13

EMÎN EL-ELÎ / REQA

Di şerê ku li piraniya herêmên Sûriyê rû dide, sivîl ji şer dirivin û berê xwe didin cihên bi ewle, nexasim herêmên ku ji aliyê QSD`ê ve hatiye rizgarkirin û aramî li wir serwer bûye.

Di vê çarçoveyê de, bi hezaran şêniyên bajarê Humsê berê xwe dan herêma Reqayê ku di sala 2017`an de ji aliyê QSD`ê ve hate rizgarkirin û li kampa Til Bîa ya bakurê bajarê Reqayê bi cih bûn.

Ev kamp jî mîna bi dehan kampên Bakurê Sûriyê ji aliyê rêxistinên navneteweyî re hatiye paşguhkirin û alîkarî nadin koçberan, ji ber vê yekê koçber xwe bi xwe bi rêve dibin. Çadêrên ku wan ji serme û germê diparêzin bi destê xwe çêkirin. Di her konekî de 5 malbat bi hev re dijîn.

Di vê çarçoveyê de koçberên Humsê yên ku li kampa Til El-Bîa ya bakurê taxa Mişlib a bajarê Reqayê dimînin ji nûçeghanan ajansa me ANHA`yê re axivîn.

Koçbera bi navê Nofa El-Helîl got ku wê di mala xwe de bi ewle jiyan dikir, paşê Hêzên Rêjîmê Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrîşî wan kirin. Nofa anî ziman  ku di topbaranê de du zarokên wê hatin kuştin û 100 pezê wê jî winda bû. 

Nofa destnîşan kir ku ev saleke koçber bûye û ev 6 meh in ku li kampa Til El-Bîa dimîne.

Derbarî alîkariyên ku ji wan re hatine pêşkêş kirin Nofa got ku tu rêxstin tu alîkarî nedane wan û tenê navên wan qed dikin û di dawiyê de tên ji bîrkirin.

Her wiha koçberê bi navê Elî El-Minfî diyar kir ku xwarin tune ye ji ber ku di her çadirkekê de 5 malbat dimînin. Elî destnîşan kir ku kurekî wî astengdar heye û pêwîstiya wî bi derman û alîkariyê heye.

Elî di dawiyê de bang li hemû rêxistinên mirovahî kir ku destek bidin wan û alîkariya wan bikin û got ku ma ne bes e ku ew ji malên xwe koçber bûne.

(bx)

ANHA