Gelê Dêrazorê cenazeyê şehîd Hisên oxir kirin

Bi sedan şêniyên gundê Hîmar El-Elî cenazeyê şehîd Hisên El-Hisên (Xidir) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye, li goristana şehîd Xidir Hemada ya herêma Ebû Xeşeb oxir kirin.

Gelê Dêrazorê cenazeyê şehîd Hisên oxir kirin
23 nîsan, 2018   15:57

DÊRAZOR

Girseya gel, nûnerên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, saziyên sivîl û şervanên QSDʹê cenazeyê şehîd wergirtin û ber bi goristanê ve ketin rê. 

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Wefaa Celal axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û wiha gotin, ʺCangoriyên azadiyê ji bo parastina axa welat canê xwe feda kirin. Em soza şopandina riya wan didin, heta jiyana hevbeş û biratiya gelan werin avakirin.ʺ

Fermandarê QSDʹê Casir Mihemed jî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got, ʺKeç  û xortên Bakurê Sûriyê axa welatê xwe bi xwînê avdan û bi destaneyên lehengiyê nivîsandin. Em soza şopandina riya wan didin.ʺ

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava dirûşmeya ʺŞehîd namirinʺ de hat veşartin.

(mm)

ANHA