YRD’ê Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir

Kordînasyona Giştî ya YRD’ê destnîşan kir ku rojnamevaniya Kurd a ku 120 sal beriya niha bi rojnameya Kurdistanê destpê kiriye, bi kevneşopiya Ragihandina Azad re şahidiya duryanên girîng ê dîroka kurd kiriye û  veguheriye ragihandina azadîxwaz. 

YRD’ê Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir
22 nîsan, 2018   16:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Kordînasyona Giştî ya YRD’ê bi minasebeta 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevayina Kurd, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de 22’yê Nîsanê li hemû rojnamevanan hat pîrozkirin û şehîdên çapemeniyê hatin bibîranîn.

Daxuyanî wiha ye:

ʺ22’yê Nîsana sala 1898’an rojnameya Kurdistan hat derxistin û ji bo rojnamevaniya li Kurdistanê gav hat avêtin.  Rojnameya Kurdistan jî Kurdên ku welatê wan hatiye dagirkirin û hatine sirgunkirin, li Qahireyê li sirguniyê dest bi weşana xwe kir. Rojname piştre li navendên wekî Stenbol û Şamê weşana xwe domand û piştî çend hejmaran weşana wê hat rawestandin.

Piştî rojnameya Kurdistan gelek rojname û kovar hatin derxistin. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, wekî her qadek jiyanê, di qada çapemeniya azadîxwaz û alternatîf de gavên gelekî girîng hatin avêtin. Çawa ku di qadên din ên têkoşînê de bedelên mezin hatin dayîn û nirx hatin afirandin, di qada çapemeniya azad de jî bedelên mezin hatin dayîn. Bi têkoşîna pîroz û bedelên mezin nirxên giranbuha hatin afirandin. Rojnamevaniya K urd ku wekî Kevneşopiya Çapemeniya Azad tê pênasekirin, bi vî rengî ji aliyê hemû cîhanê ve wekî çavkaniyek rastiyên herêmê hat pejirandin.

Bi têkoşîn Çapemeniya Azad re, şahidiya duryanên girîng ê dîroka têkoşîna Kurd jî hat kirin. Her wiha feraseta çapemeniya alternatîf daye qebûlkirin. Ev nirxên giranbuha hemû bi saya keda mezin a pêşeng û şehîdên çapemeniyê hatine afirandin. Ji Gurbetellî Ersoz, Halîl Dag, Musa Anter, Denîz Firat, Nujiyan Erhan heta şehîdên dawî yên ku dema berxwedana Efrînê dişopandin gihîştin şehadetê bi sedan hevalên me bê tirs û cesaretek mezin bûn deng û rengê heqîqetê. Di warê rojname, radyo, televîzyon, ajans û gelek warên din ên çapemeniyê de pêngavên destpêkê avêtin, bûn mînak. Tarîtî ronî kirin, rûpoşên zordar, dehaqan daxistin. Bi vî rengî jî mohra xwe li dîrokê xistin.   

Bi minasebeta 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurd, em careke din hemû şehîdên çapemeniyê bibîr tînin, soza şopandina rêya wan dubare dikin. Her wiha em vê rojê li tevahiya rojnamevanên kurd û rojnamevanên ku keda wan di rojnamevaniya Kurd de heye pîroz dikin, di xebatên wan de serkeftinê dixwazin.”