Li Girkê Legê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandanek lidar xistin.

Li Girkê Legê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin
Li Girkê Legê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin
Li Girkê Legê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin
Li Girkê Legê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin
Li Girkê Legê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin
19 nîsan, 2018   12:50

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girê Legê, Çilaxa û Til Koçer û gundewarên wê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê tevlî xwepêşanda ku li bajarê Girkê Legê hate lidarxistin, bûn.

Xwepêşandan ji qada Şehîd Xebat a bajarê Girkê Legê destpê kir. Di xwepêşandanê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bi rihê Berxwedana Efrînê em ê bi Rêberê xwe re azad bijîn, tecrîda li ser Rêber Ocalan lewazkirina pêvajoya aştiyê ye û azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelan e" hatin hildan.

Xwepêşandan li hemû kolanên bajar geriya. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Efrînê û  her wiha şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin birêzkirin.

Xwepêşandan li navenda bajar veguherî mitîngê. Mitîng bi rêzgritin destpê kir. Paşê bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk Hevserokê Desteya Karûbarên Hundir ê kantona Cizîrê Kenan Berekat axivî.

Berekat di axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Berekat li ser berxwedana gelê Bakurê Sûriyê axivî û tekez kir ku Berxwedana Serdemê didome û ev tişt bilêv kir,"Berxwedana ne tenê ji bo Bakurê Sûriyeyê. Em ji bo tevahî Kuristanê, Rojhilata Navîn û gelê binddest li ber xwe didin. Em ê heta dawiyê ji bo pêkanîna projeya azadî û demokratîk li ber xwe bidin."

Kenan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca girankirina tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li ser Rojava – Bakurê Sûriyê têkbirina projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê yê. Ji ber ku Ocalan xwediyê projeya federalî û demokrasiyê ye.

Di dawiyê de Kenan diyar kir ku berxwedana Efrînê li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di qonaxa xwe ya duyemîn de didome û gelê Efrînê û hêzên berxwedêr wê hesab ji hemû kesên ku alîkariya Erdoganê faşîst dikin, bixwazin.

Mitîng bi dirûşmeyên bijî Berxwedana Serdemê û bijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bû.

(bx)

ANHA