De Mistura hewl dide hevdîtinên Cenevreyê bide destpêkirin

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê roja Înê nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura biezimîne.

De Mistura hewl dide hevdîtinên Cenevreyê bide destpêkirin
18 nîsan, 2018   13:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Rîa Novostî Berdevkê Wezareta Karê Derve Marîa Zaharova got, “Ez piştrast dikim ku ev hevdîtin dibe ku roja Înê pêk were.”

De Mistura di rojên dawîn de ji bo ku di navbera Şam û ‘muxalefeta çekdar’ de muzakereyan bide destpêkirin, hin hevdîtin pêk anî.

Tê payîn ku Mistura yê ku li Riyadê tevlî civîna Yekîtiya Ereban bû vê Çarşemê jî li Enqereyê bi rayedarên Tirkiyeyê û piştre jî li Moskova û Tehranê hin hevdîtinan bike.

Mistura piştî ku di 24-25’ê Nîsanê de tevlî konferansên li ser Sûriyeyê bibe yên ku ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî li Brukselê ew ê were lidarxistin, divê Konseya Ewlekariyê agahdar bike.

Hevdîtina Cenevreyê ya dawîn di meha Kanûnê de hatibû kirin, piştre jî di Çileyê de li Viyanayê hatibûn ba hev. Heta niha hemû muzakereyên Cenevreyê negihiştine encamê.

Tê diyarkirin ku De Mistura têkildarî kesên ku ew ê destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê ava bikin, lîsteyekê ava dike.

Hevdîtinên nûnerê NY piştî êrîşa DYA, Fransa û Îngîltereyê ya li dijî Sûriyeyê pêk tê.