Greva esnaf û kasibkaran berfireh dibe

Greva esnaf û kasibkaran ya ku li Banê û Ciwanro li Rojhilatê Kurdistanê destpêkirî, li bajarên din belav dibe. Grev di roja xwe ya çaran de dewam dike.

Greva esnaf û kasibkaran berfireh dibe
18 nîsan, 2018   11:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojhilatê Kurdistanê di bin zexta rejîma Îranê de ye. Komara Îslamî ya Îranê li ser sînor her roj kasibkarên ku ji bo debara xwe dikevin ser sînor qetil dike. Her wiha Îranê sînorên ku welatî ji bo çûn û hatinê kar tînin girtin. Li hemberî vê greva esnaf û kasibkarên bajarên ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Îro jî bajarên Merîwan, Bane, Seqiz, Serdeşt û Pîranşarê jî grev destpê kirin.

Welatiyên bajarên ser sînor nerazîbûnên xwe hember girtina sînor, bilindbûna nirxê kelûpelan û gomrikê anîn ziman. Li hemberî vê yekê welatiyan dikanên xwe girtin û diyarkirin ku ew baweriyê bi sozên rayedarên Hikûmeta Îranê naynin.

Welatiyan ji bo nerazîbûnê wek sembol sifreyên xwarinê yên vale, li ber deriyê qeymiqamtiyên bajaran raxistin.

Îro bi vê armancê bajarê Pîranşar yê ser Urmiyê yekem roj beşdariya xwe ji bo greva esnaf û kasibkaran nîşan da. Welatiyên bajêr sifreyek vale li ber derê qeymeqamtiyê  dirêj kirin. Li gorî agahiyan hêzên asayîşa Hikûmeta Îranê êrîş kirine ser çalakvanan. Sifreyên vale ji erdê rakirin û qetandin.

Herwiha hêzên asayîşê êrîş birin ser çalakvanên li bajarê Serdeşt yê ser bi Urmiyê jî. Hat zanîn ku çalakî hêjî li wê derê dewam dike.

Her roja ku diçe greva esnaf û kasibkaran li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir dibe.

Li gorî agahiyên çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê, hat gotin ku dibe berpirsyarên Hikûmeta Îranê, ji bo dawî anîna çalakiyan serdana çalakvanan bike. Lê di peyamek ya çalakvanan de hatiye gotin; “Divê kes baweriyê bi sozên rayedaran neyne. Heya daxwazên me neyên bicih anîn divê em greva xwe dewam bikin.”