Qûtkirina avê Firatê ziviyên çandiniyê bi metirsiyekê rû bi rû dihêle

Mûdîriyeta Çandiniyê yaTebqayê diyar kir ku dewleta Tirk bi qutkirina avê, zeviyên "Ayid" dixe xeteriyê.

Qûtkirina avê Firatê ziviyên çandiniyê bi metirsiyekê rû bi rû dihêle
Qûtkirina avê Firatê ziviyên çandiniyê bi metirsiyekê rû bi rû dihêle
17 nîsan, 2018   10:48

ÛDEY EL- EHMED / TEBQA

Li dever Girava Ayid an jî "Zeviya El-Kerîn" ya dikeve rojavayî bajarê Tebqayê û 10 km  başûrê "Gola Firat"dikeve, ku firehiya wê qasî 3 km2  di demên dawî de, şînahî lê kêm dibe.

Çeteyên DAIŞ‘ê dema ku Tebqayê dagir kiriû bûn, girav veguherandibû depoya çekan, darên li vir paşguh kiribûn ku bû sedem ku ji sedî 90 darên giravê hişk bibin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23‘ê Sibatê ve ava çemê Firatê li ser Sûriyê qût kiriye. Zivî ku avê ji çem peyda kir, bi qutkirina avê, li pêşberî metirsiyekê mezin e.

Hevserokê Mûdîriyeta Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa û gundewarên wê Himêdî El-Ebdullah anî ziman ku ji ber kêmbûna avê dar û şînahiya li zevî û deverên hîracê hişt bûn.

El-Ebdullah her wiha destnîşan kir ku qûtkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê ji aliyê dewlta Tirk xeteriyeke mezin li ser zivî çêdike û got, "Ev dever roj bi roj zûha dibe, şînkahî kêm dibe."

(bb)

ANHA