Yekem Navenda Tendrûstiyê li Şedadê hate vekirin

Li navçeya Şedadê yekemîn Navenda Tenduristiyê bi merasîmekê hate vekirin. 

Yekem Navenda Tendrûstiyê li Şedadê hate vekirin
14 nîsan, 2018   13:25

HESEKÊ

Komîteya Tendrûstiyê ji ber dûrbûna navçeya Şedadê ji bajarê Hesekê, yekem Navenda Tendrûstiyê li navçeya Şedadê vekir. Navenda Tendrûstiyê dermanan bê pere li nexweşan belav dike.  

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê, Erîşa û bajarê Hesekê beşdarî merasîma vekirina Navenda Tendrûstiyê bûn.

Di merasîma vekirinê de endamên rêveberiya Komîteya Tendrûstiyê ya bajarê Hesekê Faris Hemo axivî û got ku ji ber li navçeya Şedadê ji bajarê Hesekê dûr e, pêwîstî hat dîtin ku li navçeyê Navendeke Tenduristiyê were vekirin. Faris diyar kir ku di nevendê de erebeyeke ambulans û dermanxaneyek hene.

Hevserokê Meclîsa navçeya Şedadê Hûsam El-Elî jî vekirina navendê li hemû şêniyên navçeyê pîroz kir. 

Di dawiyê de deriyê Navenda Tendrûstiyê ji aliyê dayîka şehîd Azad û dayîka şehîd Xalid ve hate vekirin.

(bx)

ANHA